Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin 2022-08-25 18:29:38   STENBOL - 6 partiyên siyasî û rêxistin ku di çarçoveya xebatên tifaqê de li hev kom bûn, biryar dan ku dê nexşerêyê di meha Îlonê de eşkere bikin.   Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadiya Civakî (TÖP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) li Serokatiya TÎP'ê ya Stenbolê ya li Kadikoyê li hev civiyan.   Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercûment Akdenîz û Alîkara Serokêatiya Giştî Selma Gurkan, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, Berdevka TÎP'ê Sera Kadigil û Alîkarê Serokatiya Giştî Dogan Ergûn, Berdevkê SMF'ê Bariş Kayaoglû û endamên Desteya Rêvebir a NAvendî Mahîr Gûrz, Erdal Ataş, Berdevka TOP'ê Perîhan Koca, Berdevkên Desteya Berdevakan Pelîn Kahilogullari û Tamer Dogan û Berdevka EHP'ê Ozge Akman û  endamê Komîteya Navendî Hakan Ozturk tevlî civînê bûn.   Piştî civînê daxuyaniyek nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de li ser navê tifaqê û nexşerêya wê hatiye sekinandin.    DÊ DI ÎLONÊ DE BÊ EŞKEREKIRIN   Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî xebatên bi mehan, xebatên tifaqê gihîştine asta qedandinê û wiha hat gotin: "Ji bo li Tirkiyeyê li bajar, kolan û qadan, li fabrîke û kargehan, dibistan û zanîngehan li her hemû qadan têkoşîn bê bilindkirin û ji bo daxwazên kedkar, karker, jin, ciwan, cotkar û hilberîneran û têkoşîna wan bibe yek me xebatên tifaqê dabûn destpêkirin. Ev xebat li ber qedandinê ne. Li hemberî kriza aborî, civakî û siyasî ku her roj kûrtir dibe, me biryar da ku di meha Îlonê de em nexşerêya rêgezên têkoşînê yên tifaqê û çarçoveya wê ya hilbijartinçbi raya giştî re parve bikin. êgezên têkoşînê, çarçoveya bernameya siyasî, nexşerêya tifaqê ku rêgezên têkoşên, çarçoveya bernameya siyasî, pêvajoya beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê dihewîne bi raya giştî re parve bikin."   BANGAWAZÎ   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kedkaran, tevger, welatî û sazî û dezgehên ji bo demokrasî, maf, hiqûq, azadî û wekheviyê têdikoşin hat kirin ku her kes bi berpirsiyarî tev bigere ji bo avakirina welatekî demokratîk û azad û wiha hat gotin: "Em ê bi hev re li dijî desthilatdariya yek zilamî, pergala sermaye û zilmê bi ser bikevin.”