Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin 2022-08-25 16:51:33 ENQERE - 13 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Konyayê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê hatin kirin, ji ber ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekirin, xistin hucreyên yek kesî.    Îbrahîm Sutçu ku li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin, di 11 tebaxê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî û ragihand ku li girtîgehê zextên zêde bûyî. Sutçu, diyar kir ku hefteyê 4 caran bi ser qawişa wan de digirin û li odeya wan lêgerînê dikin. Sutçu, da zanîn ku ji ber bertek nîşanî zextên zêde bûyî dane, derbarê wan de lêpirsînên dîsîplînê hatine vekirin.    13 GIRTÎ HATIN SEWQKIRIN   Sutçu, duh careke din bi telefonê bi malbatê re axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê berdewam dikin. Girtî Faîk Bûdak jî bi telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê hatine kirin. Sutçu û Bûdak, ragihandin ku 13 girtî hatine sewqkirin, di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber qebûlnekirine ew xistine hucreyên yek kesî.    SERÎ LI ÎHD’Ê DAN   Girtiyan bang kirin ku parêzer biçin serdana wan. Malbata Îbrahîm Sutçu, bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê da.