Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin 2022-08-25 15:31:44   EDENE - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê, wê di 1’ê Îlonê de bi dirûşmeya “Şer dide windakirin, aştî dide qezençkirin” li Parka Ataturkê mitîngê li dar bixe.    Di pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê wê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de miting were lidarxistin. Mitîng wê 1’ê Îlonê bi dirûşmeya “Şer dide windakirin, aştî dide qezençkirin” li Parka Ataturk a li navçeya Seyhanê were lidarxistin.