Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman 2022-08-25 15:28:26   AYDIN - Hat îdiakirin ku ciwanê bi navê Firat Çaglayan di daşira qawîşa xwe de bi benê solên xwe, xwe kuştiye.    Hat îdiakirin ku girtiyê edlî yê bi navê Firat Çaglayan (28) ê li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê tê ragirtin, duh bi şev di daşira qawîşa xwe de xwe kuştiye. Girtîgehê serê sibê agahî da malbatê û îdia kir ku kurê wan xwe bi benê solan kuştî ye. Cenazeyê Çaglayan ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê. Cenazeyê Çaglayan dê piştî karûbarên otopsiyê li Goristana Ovaeymîr bê veşartin.     Serdozgeriya Komarê ya Aydinê têkildarî mirina biguman, lêkolîn da destpêkirin.   DI GIRTÎGEHÊ DE MIRINA BIGUMAN A DUYEMÎN   Hatibû îdiakirin ku girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî (28) ê li Girtigeha Aydinê dihat ragirtin di 13’ê çileyê de xwe kuşti bû. Ajansa Mezopotamyayê dîmenên ku kêliya Ekîncî yê ku bi awayekî hovane dibirin odeya mişahedeyê bi dest xistibûn. Wekî din di îfadeyên Ekîncî de îşkenceya ku dîtibû jî cih girtibû.    Girtiyê ku ji Girtîgeha Aydinê de hatibû tahliyekirin, derbarê mirina Yilmaz Ekîncî û binpêkirinên mafan ên ku ew rûbirû mabûn ji ajansa me re vegotibû.