Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî 2022-08-25 14:35:46   ŞIRNEX - Kasim Eglentî ku dixwest ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakûr bibe di çemê Hezilê de xeniqî.   Ciwanê bi navê Kasim Eglentî (30) ê ji Êlihê, ku ev 4 sal bûn li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistana Federe dijiya, dema xwest ji sînorê Herêma Kurdistana Federe derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ket Çemê Hêzilê û xeniqî. Cenazeyê Eglentî piştî encama lêgerînê ya 2 rojan di nava çem de hat dîtin. Hate hînbûn ku cenazeyê Eglentî ji bo rapora otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Duhokê. Malbata Eglentî piştî ku hat agahdarkirin çû Dihokê. Malbat li benda wergirtina cenazeyê Eglentî ye. Hate hînbûn ku malbat dê cenazeyê kurê xwe li Êlihê veşêre.