Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin! 2022-08-25 13:06:24   RIHA - Berxwedana malbata Şenyaşar, polîs neçar kirin ku ji astengkirina “qedexeya li derveyî avahiya edliyeyê” ku ev 17 roj in bi cih tînin, paşve gavê bavêjin. Malbat nobeta xwe ya li pêş edliyeyê didomîne.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 535’an de berdewam dike. Dayik û kur di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê.    Rûniştina dayik û kurê wê ya li qada sih a pêş avahiya edliyeyê ji 8’ê tebaxê ve bi hinceta biryara walitiyê ya “Qedexeye ku li pêş avahiya cemaweriyê çalaki bên lidarxistin” dihat astengkirin. Lê belê malbat bi sekna xwe ya biryardar ev du roj in li qada sih a pêş edliyeyê nobeta xwe digire. Polîsên ku piştî nekarîn malbatê ji pêş edliyeyê dûr bixin, dest bi astengkirina kişandina wêneyan a xebatkarên çapemeniyê kirin. Polîsên ku diyar kirin wêne kişandina malbatê serbest e, qedexeya walitiyê ya “Qedexeye ku li pêş avahiya cemaweriyê çalaki bên lidarxistin” weke hincet nîşandan û îdakirin ku qedexeye ku dîmen werin kişandin. Polîsan gef li kedkarên çapemeniyê xwarin ku heke dîmenan bikişînin wê derbarê wan de “kirariyên qanûnî” bidin destpêkirin.    ‘BÊHIQÛQÎ WÊ DERBASÎ DÎROKÊ BIBE’   Li ser vê yekê malbat derbasî qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin a li derveyî avahiya edliyeyê bû û li wir daxuyanî da. Ferît Şenyaşar ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Di dema vê nobetê de Walî, Midurê Şaxs Ewlekariyê, Midûrê Polîsan ê Bajêr guherî. Îro jî wê Serdozgerê Komarê yê 4’emîn dest bi wezîfeyê bike. Her kesên tên, bi bikaranîna heman rêbaz û zextê bi zorê hewl didin me ji edliyeyê dûr bixînin. Ev du hefte ne her roj, rayedar ji bo me ji edliyeyê dûr bixînin, hewl didin bi zorê qanûnan derxin. Ev du roj in ev zext li pêşberî biryardariya me hat rakirin. Her kesê ku tê fêhm dike ku em bi biryar in û gavekê bi paş ve diavêje. Eger Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, em dixwazin tişta hewce bê kirin. Dema me dest bi Nobeda Edaletê kir, me got ‘heta daxwazên me bi cih neyên em ê ji vir neçin’. Heke mirinek hebe, dê li ber edliyeyê be. Daxwazên me bi temamî qanûnî ne. Li nexweşxaneya dewletê 3 mirov hatin qetilkirin, du ambûlansên dewletê hatin bêkêrkirin. Birayekî min jî 4 sal in bi awayekî bêhiqûqî di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Ev bêhiqûqî derbasî dîrokê bû.”   ‘DAYIK BANG LI MIROVÊN BIWIJDAN DIKE’   Şenyaşar, bi bîr xist ku dayika Emîne Şenyaşar di ketina edliyeyê de nobeta xwe didomîne û wiha berdewam kir: “Dayîna daxuyaniyan a li pêş edliyeyê dîmen girtin ji herkesê re serbest e lê ji me re qedexe ye. Ji ber vê yekê em daxuyaniya xwe li derveyî avahiya edliyeyê dikin. Dayik nobeta xwe di ketina edliyeyê de didomîne. Dayik bang li mirovên biwijdan dike. Heke rayedarên biwijdan bêjin em mirov in divê rehet ranezin. Di holê de zilmek heye û dayikeke kul i edaletê digere heye. Divê daxwazên wan demildest bên pêşwazîkirin. Dayik 65 salî mezintir e. Vê zilmê hemû Tirkiye temaşe dike.”   ‘KESÊN BÊDENG DIMÎNIN WÊ DERBASÎ DÎROKÊ BIBIN’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, hesaba Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Berxwedana dayikê li dijî neheqiyê bû roman. Her kesên ku bixwînin wê bizanin ku çiqas neheqî li dayika dilşewat hatiye kirin. Dayik hêj li ber deriyê edliyeyê ye, kesên ji vê qêrînê re bêdeng dimînin wê derbasî dîrokê bibin.”   BIJÎŞKAN PIŞTGIRÎ DAN   Odeya Bijîşkan a Rihayê serdana malbata ku çalakiya xwe ya nobetê bi biryardarî didomîne kir. Sekreterê Odeya Bijîşkan a Rihayê Firat Erkmen di serdanê de axivî û got: “Em îro di roja 535’emîn de ji bo piştgiriyê bidin malbatê weke Odeya Tabîban a Rihayê li vir in. Tevî ku di ser bûyerê re 4 sal derbas bûne jî daxwaza edaletê ya malbatê nîşaneya wê yekê ye ku di dozê de edalet pêk nehatiye. Tevî ku 4 sal bi ser re derbas bûne jî girtinên nû yên têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê pêk hatin, gumanên di bûyerê de nîşan dide. Nexweşxane cihên ku şifa li mirovan tên belavkirin e, lê li pêş çavên kedkarên tenduristiyê komkujiyeke giran hat kirin. Tevî ku dîmen û îfadeyên hempîşeyên me yêntenduristiyê hene jî, zêdeyî 4 sal in bêedaletî dewam dike. Ji bo tundiya li tenduristiyê biqede, em xebateke cidî dimeşînin. Serpêhatiya malbatê li Tirkiyeyê bûyera herî mezin a tundiya di tenduristiyê de ye. Divê edalet bi lezgîn pêk bê."    Şande bi malbatê re Nobeta Edaletê didomîne.