Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin 2022-08-25 12:25:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistana Federe di encama êrişên mehekê de 6 kolber hatin qetilkirin û 35 kolber jî birîndar bûn.    Kolbarên ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistana Federe bazirganiyê dikin gelek caran rastî êrişan tên. Kolbernews têkildarî rewşa kolberan bîlançoya mehekê parve kir û destnîşan kir ku di nava mehekê de 6 kolber hatine qetilkirin û 35 kolber jî birîndar bûne.    Ji 35 kolberan 24’ê wan rasterast bi gulebarana hêzên dewleta Îranê, 4’ê wan bi teqîna mayînan û 7’ê wan jî dema ku xwestin xwe ji êrişan biparêzin ji bilindahiyê ketine û birîndar bûne.    Hat ragihandin ku 23 kolber li ser sînorê Banê, 14 kolber li ser sînorê Newsûdê, 3 kolber li ser sînorê Şînoyê û kolberek jî li ser sînorê Selas Bavecanî rastî êrişan hatine.