Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin 2022-08-25 10:26:47   MÊRDÎN - Piştî li Dêrika Çiyayê Mazî qeza qewimî, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hatibû navçeyê û gotibû em ê hin gavan bavêjin. Derket holê ku tevî xebatên ETUT û çêkirina projeya rêya navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê qediyane, ev 18 meh in nehatiye destpêkirin.    Li Dêrika Çiyayê Maziyê di 20’ê tebaxê de 2 TIR’ên ji Fabrîkaya Etî Bakir a aydê Cengîz Holdîngê barê xwe girtin qeza kirin û bûn sedema mirina 21 welatiyan. Piştî qezayê Suleyman Soylû hat navçeyê û têkildarî rêya derdorê hin daxuyanî dan. Soylû li Walîtiya Mêrdînê axivîbû û wiha gotibû: “Em bi Wezerata Veguhestinê re jî axivîn û ev yek ji Serokkomar re jî parve kir. Welatî dixwazin ku kamyonên barên wan giran bilanî ji navçeyê derbas nebin û di vê mijarê de jî mafdar in. Hin projeyên Wezareta Veguhestinê jî hebûn. Dê di demekî nêz de îhaleyên wan bên çêkirin, Wezîrê Veguhestinê jî dê bê vê derê ev proje dê bên pêkanîn.” Soylû di daxuyaniyekî xwe ya din de dîsa ev mijar anîbû ziman û wiha ev tişt gotin: “Daxwaza rêya derdorê ji me re ragihandin. Hem di mijara trafîkê hem jî di mijara wesayîtên giran de erebe ji di nava Dêrika Çiyayê Mazî de derbas nebin di demek nêz de dê piroje bên amadekirin û ev yêk dê were pêkanîn.”   ÎHALEYA EWIL DI SALA 2017’AN DE HAT KIRIN   Soylû daxuyanî da û got ku “em ê di demekî nêz de gavan bavêjin.” Hat zanîn ku pêvajoya çêkirina rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê di îlona 2017’an de hatibû destpêkirin. Derket holê ku ETUT û projeya rêyê ev 18 meh in ku qediyaye lê hêj tu tişt nehatine kirin. Li gorî agahiyên ku bi dest ketine ji bo rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê ya 30 kîlometreyî, di îlona 2017’an de li Midûriyeta Rêyênbêjahiyê ya Herêma 9’emîn îhale hatiye kirin. Lê ji ber sedemekî nediyar îhale hatiye betalkirin. Îhale di sala 2018’an de di heman çarçoveyê de dîsa hat kirin.    Îhaleya ewil ku hatibû çêkirin Şîrketa Lîmîte Bazirganî, Şêwirmendî û Endazyariyê ya Neopro ya li Enqereyê bi bihayê 751 hezar 955 lîreyan stend. Ji bo qedandina kar 365 roj hat diyarkirin û dema peymanê jî wek 6’ê hezîrana 2018’an heya 30’ê kanûna 2022’yan hat diyarkirin.    Me xwe gihand rayedarên fîrmaya ku îhale stendiye û ji wan têkildarî rewşa îhaleyê agahî xwestin lê rayedaran anîn ziman ku ew ê nikarin tu agahiyan parve bikin. Dîsa li gor agahî û belgeyên me bi dest xistine fîrma, projeyê û xebatên ETUT’ê di dema xwe de temam kirine.   PROJE QEDİYA GAV NEHAT AVÊTIN   Midûriyeta Herêma 9’emîn a Giştî ya Rêyênbejahiyê Projeya Rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê ya di nav de 2 tunel jî hene amade kir. Tekildarî projeyê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û saziyên têkildar re nivîs jî hat şandin. Di nivîsa 28’ê Adara 2021’an de hatibû şandin de ev gotin cih girtin, “Projeya rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê hatiye qebûlkirin.” Ji şaredariyê hat xwestin ku di dayîna rûhset û di nêrînên saziyan de ev proje bê dîtin. Lê tevî ku proje hat amadekirin ev 18 meh in tu gav nehatine avêtin. Rê dê kengî bê çêkirin nayê zanîn lê ji xeynî gotinên wezîrên tên û diçin ên “em ê gav bavên” bêhtir tiştek xuya nake.    MA / Ahmet Kanbal