‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’ 2022-08-24 17:12:27   ÎZMÎR/DENÎZLÎ - Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî yê di Nobeta Edaletê de axivî, diyar kir ku neberdana Aysel Tûglûkê ya tevî nexweşiyê tolhildana siyasî ye.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 103’emîn de li pêş Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq hiqûq edalet” , “Jin jiyan azadî” berzkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Mûrat Çepnî û Rêxistina HDP’a Bornovayê serdana malbatê kirin.    JI ABDÛLLAH OCALAN RE DAXWAZA AZADIYÊ KIRIN   Yek ji malbata girtiyan Medîne Kaymaz, diyar kir ku heta ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan azad nebe aştî nayê li ser vê axê û wiha got: “Aştî di destê Abdullah Ocalan de ye. Vê bizanibin û fêm bikin. Înfazên girtiyên ku zêdeyî 20 sal in di girtîgehê de ne, tên şewitandin.  Li girtîgehan êşkence li wan tê kirin, eşyayên wan nayên dayîn, xwarina baş nayê dayîn, derman nayê dayîn, piştre dibêjin qeyrana dil jiyana xwe ji dest dane, li gel vê jî girtî rastî îşkenceyê tên. Gelek girtî jiyana xwe ji dest didin. Hemû jî komkujî ne û sedema wê jî dewleta tirk e. Heta ku zarokên me bên berdan em ê têbikoşin.”   ‘QANÛNÊN XWE PÊK BÎNIN’   Çepnî yê HDP'yî piştre axivî û diyar kir ku li gelek bajaran çalakiya nobetê ya ji bo edaletê berdewam dike û bi taybet li Stenbolê bi sîstematîk zext li çalakiya nobetê tê kirin û wiha got: “Dayik hêviya rehmetê ji we nakin. Dibêjin ‘Qanûnên xwe pêk bînin, girtîgeh ne cihên ku mirovan bi îşkenceyê bikujinin’. Lê di demên dawî de cenazeyên girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk ji girtîgehên derdikevin. Tevî biryara dadgehê û raporên nexweşxaneyê jî nayên berdan. Dijminên gel, kujerên jinan, cîhadîst, sûcdarên Komkujiya Sêwasê, çete û mafya tên derxistin, lê belê tevî ku Aysel Tûglûk nexweşa demansê ye jî, bi israr nayê berdan, hewl didin wê ceza bikin. Ev biryara tolhildana siyasî ye, polîtîkayek e. Em Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û hemû rêveberên dewletê hişyar dikin; Ji hemû mirin û îşkenceyên li girtîgehan hûn berpirsyar in û hûn ê teqez hesab bidin.”   DENÎZLÎ   Çalakiya rûniştinê ya ku Songul Îlker ji bo balê bikişîne ser rewşa tendiristiya kurê xwe girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ku li Girtîgeha Tîpa T ya Denizliyê tê ragirin daye destpêkirin di roja 10’an de berdewam dike. Dayik Songul Îlker di çalakiyê de wiha axivî: “Daxwaza min a hevdîtinê ya bi midûrê yekemîn Alî Riza Yildirim re hat redkirin. Midûr min sewqî dozgeriyê dike. Astengiya herî mezin a li pêşiya tedawiya kurê min Alî Riza Yildirim e. Tiştek bi serê kurê min were Alî Riza Yildirim û ekîba wî berpirsiyar in. Alî Riza Yildirim îşkence ye. Pêwîste her kes di zûtirîn demê de li dijî girtiyên nexweş dengê xwe bilind bike. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin me."