Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin 2022-08-24 09:06:44   ŞIRNEX - Derbarê şeniyên gundê Gundikremo ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin de lêpirsîn hat destpêkirin. Yek ji şêniyên gund Halîme Gulçen a 55 salî bertek nîşanî vê pêkanînê da û got: "Ne edelet, ne jî qanûn heye."    Derbarê gundê Gundikremo yê girêdayî Şirnexê ku di 24'ê sibatê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Recep Tayîp Erdogan ji bo ku bavê parlamentera AKP'ê ya Îzmîrê Ceyda Bolunmez, Suleyman Bolunmez li herêmê bikare lêgerînên komir û madenan bike biryara îstimlaqkirinê hatibû dayîn. Derbarê gelek gundiyên ku li dijî biryara îstîmlaqkirinê derketin û bertek nîşan dan de bi îdiaya "Zirar dane malê cemaweriyê" lêpirsîn hat destpêkirin. Gundiyên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin yek bi yek gazî îfadeyê tên kirin. Yek ji şêniyên ku derbarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin jî Halîme Gulçen a 55 salî ye. Gulçen a ku li dijî îstîmlaqkirina gund derket û li ber wesayitên kar sekinîbû bi "Zirar dayîna malê cemaweriyê" tê sûcdarkirin. Gulçen, bertek nîşanî lêpirsînê da û diyar kir ku mînaka tişta ku îro ew dijin li tu devera dinyayê nîne.    EMRÊ XWE HEMÛ LI GUND DERBAS KIR    Gulçen, anî ziman ku wê hemû emrê xwe li vî gundî derbas kiriye û wiha axivî: "Em gelek diqehirin. Darên me yên sedsalî hemû hatin birîn. Dizan, çeqelan û pîsan darên me birîn. Ew kesên ku çavbirçî warê me hilweşandin. Ew gund, gundê bav û kalên me bû, gundê ejdadên me bû. Goristanên me, baxçeyên me, darên me tune kirin. Bav û kalên me ku hemû emrê xwe li wir derbas kiribûn, niha hildiweşînin. Darên me, kevirên me çi lê kiribin, ku ve biribin em nizanin. Bi cerdevanan re bûn yek û gundê me xerab kirin. Ev tişta ku anîne serê me xwedê qebûl neke. Ew maden ji wan re bibe jehr. Heqê wan nebû ku gundê me hilweşinin. Bi sedan salan me ewqasî pez li wir xwedî kir, me ewqasî keda wê axê xwar lê niha hilweşînin. Nahêlin ku em niha biçin bibînin ka çi lê kirine."   'ŞÛNA KU EM GILIYÊ WAN BIKIN, WAN GILIYÊ ME KIRIN'   Gulçen, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku lêpirsîna ku derbarê wan de hatiye destpêkirin nehiqûqiye û got: "Goristanên me jî xerab kirine û heta ku hestiyên bav û kalên me jî derxistine. Derbarê hemû kesên ku gotiye, 'em naxwazin gundê me xerab bibe' de lêpirsîn hatiye vekirin. Çend caran em çûn pêşiya wesayitên wan û me got, 'em naxwazin ku hûn gundê me xerab bikin' pişt re der heqê me de doz vekirin. Li ser vê rewşê jî ew li ser me bûn dozdar. Şûna ku em giliyê wan bikin û dozê li ser wan vekin, wan giliyê me kir. Heke ku qanûn hebûya edelet hebûya ev tişt nedihat qebûlkirin. Lê ne edalet heye û ne jî qanûn heye. Tu deverên cîhanê de tişteke wisa nehatiye dîtin. Li tu dewletan ev neheqiye û bêadeletiye nîne. Me tiştek nedikir. Ew gund çavkaniya me ya debarê bû. Me her tişteke xwe di wî gundî de pêk tîna. Lê hemû ji destê me çû û gundê me nadin me."