Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin 2022-08-24 09:01:32   AMED - Di biryara dadgehê de ya derbarê cezayê li rojnamevan Abdurrahman Gok hatiye birîn ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin.    Di Newroza Amedê ya 2017'an de gava polîsan xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kuşt, rojnamevan Abdurrahman Gok bi wênegira xwe ew kêlî tomar kiribû. Ji ber vê dihat xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 25 sal û 6 meh ceza lê bê birîn. Piştî darizaneidneke dûr û dirêj dadgehê di warê îdiaya "endamtiya rêxistinê" de biryara beraet dabû Gok, lê bi îdiaya "propagndaya rêxistinê" jî 6 sal û 22 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.     Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê, hinceta biryara xwe ya ji bo cezayê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li rojnamevan Abdurrahman Gok hatibû birîn eşkere kir. Lê belê di hinceta dadgehê de bi tu awayî nehatiye diyarkirin ku parvekirinên ji aliyê Gok ve hatine kirin nûçeyên wî ne. Dadgehê, nûçeyên Gok ên têkildarî êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê, bi hinceta YPG'î û sembolên YPG'ê di wan de hene wekî sûc hesibandine, lê diyar nekiriye ku ev parvekirin û dîmen ên nûçeyên hatine çêkirin bi xwe ne û her wiha li ser rojnamevaniya Gok nehatiye sekinandin.    ‘ROJNAMEVANÎ NEHATIYE NÎQAŞKIRIN'   Parêzerê rojnamevan Abdurrahman Gok, Resûl Temur biryara dadgehê nirxandin û wiha got, "Me nimûneyên ewraq û nasnameyê yên rojnamevaniya Gok didin der û nûçeyên ku ew wêne tê de ne berpêşî dadgehê kirin, lê dîsa jî dadgehê di hinceta biryara xwe de li ser belgeyên têkildar nesekiniye. A rast ev yek jî nîşan dide ku dadgeh bêyî ku delîlên berbiçav ên di dosyeyê de nîqaş bike ji bo cezakirinê tevgeriyaye. Wêneyên ku ji bo cezakirinê esas hatine girtin, ji aliyê Gok ve li deverên pevçûn lê rû dane wekî kirdeya nûçeyê hatine girtin, lê dadgehê ev wêne û dîmenên di vê çarçoveyê de ji nedîtî ve hatiye û ji ber nûçeyên ku Gok çêkirine ceza lê biriye. Ji xeynî vê di biryarê de nehatiye diyarkirin ku bê ka çima ev nûçe û wêne wekî sûc hatine hesibandin. Ji dêvla vê îfadeyên matbû esas girtiye û gotiye îfadeyên Gok, îfadenî ji bo xwexwelaskirina ji ceza ye. Halbûkî Gok di her warî de pratîka xwe ya rojnamevaniyê û rojnamevaniya xwe parastiye.   Biryara hatiye dayîn, xwedî armanceke ku Gok dest ji van parastinan berde û paş de gav bavêje. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didin der ku divê ev fikir û parvekirin li derî çarçoveyê neyên nirxandin. Lê belê dadgeha herêmî, berekesê vê tevgeriyaye ku ev yek nekiriye mijara biryara xwe û xebatên rojnamevaniyê jî bi tu awayî nîqaş nekiriye. Dadgeha herêmî bêyî ku li ser awayê vegotina ramanê ya bi wêneyan bisekine, parvekirina wêneyan bi awyaekî şiklî şîrove kiriye û wekî sûc hesibandiye. Bi vî awayî nîşan daye ku hemû rojnamevanên nûçegihaniya şer dikin, dikarin ji ber nûçeyên xwe bên cezakirin."    ‘DI DEMA AMADEKIRINA ÎDIANAMEYÊD E BIRYAR HAT DAYÎN'   Rojnamevan Abdurrahman Gok jî biryara dadgehê nirxand û got: “Min di tevahiya parastina xwe de bi delîlan nîşan da ku her îdiaya ku dozgerî wê wekî sûc dihesibîne xebatên rojnamegeriyê ne û min ev hemû bi delîlan danî holê. Min hemû piştrast kirin û ew parastin. Li ser vî esasî min di her danişînê de hem bi devkî hem jî bi nivîskî bi rûpelan parastin kir. Lê belê, dadgehê di hinceta biryara xwe de gotiye, ji bo neyê cezakirin ev parastin kirine. A rast ez di gelek dozan de rastî vê hevoka qalibî hatime. Lê belê ew tiştên min ew wekî sûc qebûl nekirine û çendî min qebûl kiriye ku ew nûçe û wêneyên behsa wan tê kirin ên min jî, lê cardin hevokek bi vî rengî hatiye bi kar anîn. Ecêb e. Ev yek jî îspat dike ku gava îdianame hatiye amadekirin dadgehê ev biryar daye. Lidarxistina danişînan, bû mîzanseneke hiqûqî. Îfadeyên şahidê veşarî Sabir jî tê de hene ku gotibû dema Kemal Kûrkût hatiye qetilkirin wî dîmenên wê kêliyê bi fermana rêxistinê girtine. A rast ev îfade pir eşkere nîşan dide ku bê ka ev ceza çima hatiye dayin."