Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin 2022-08-23 13:09:58   AMED - Malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê domandin, xwestin zarokên wan bên dermankirin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dane destpêkirin, di roja 280 de li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an jî piştgirî dan çalakiyê.   Di çalakiyê de li ser navê malbatan, dayika girtiyê nexweşê giran Civan Boltan, Nazîme Boltan axivî.   Boltan, diyar kir ku bi mehan e ji bo zarokên wan ên nexweş bên berdan di çalakiya nobeta edaletê de ne û wiha got: “Bila qanûnek li Meclisê bê derxistin zarokên me yên nexweş bên berdan. 650 girtiyên nexweş ên giran hene û ev nexweş li ber sînorê mirinêne. Ji girtîgehan her ku diçe cenaze derdikevin. Em êdî naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Bila zarokên me yên nexweş ben berdan û ben derman kirin.  Me gelek caran anî ziman û bangawazî kir. Eger wijdan û merhamet  bi Serokkomar û Wezîrê Dadê re hebûna dê dengê me bihîstiyana. Em tiştek gelek zêde naxwazin, bila qanûnên hene pêk bînin bes e.  Zarokên me ji bo doza xwe hatine girtin. Em jî piştgirî didin doza zarokên xwe. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin.”   Çalakî, bi berzkirina diruşmeyên, “Heq , hiqûq, edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” qediya.