Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn 2022-08-22 16:27:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji nûçeyên qezaya navçeya Dêrika Çiyayên Maziyê ku 21 kes jiyana xwe ji dest dabûn re qedexeya weşanê hat dayîn. Ji nûçeyên qezaya li Dîlok’ê a di heman rojê de pêk hatiye re tu qedexe nehatin dayîn lê balkêş e ku ji nûçeyên qezaya ku berpirsê wê Cengîz Holdîng bû re qedexe hat dayîn.    Kamyoneke ji Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê 20’ê tebaxê bi  dema ku barê xwe yê gubreyê dikişand frenên wê teqiyan û di qezaya derketî de 21 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Dêrika Çiyayê Maziyê bi hinceta “Tenduristiya civakê, ewlehiya netewî, pergala cemaweriyê, ewlehiya cemaweriyê û pêşilêgirtina sûc kirinê” têkildarî bobelata bû sedemê mirina 21 kesan qedexeya weşanê hate dayîn.     Di biryara dadgehê de hat gotin ku di medyaya nivîskî, dîtbarî û înternetê, medyaya dîjîtal de her cure nûçe, hevpeyvîn, rexne û weşanên mîna wê hatine qedexekirin.   Balkêş e ku ji qezaya li ser riya Dîlok û Bêlqisê ku 16 kes jiyana xwe ji dest dabû re tu birayên qedexeyê nehatin dayîn lê qezaya ku berpirsê wê Cengîz Holdîng bû re biryara qedexeyê hat dayîn.