Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn 2022-08-22 15:15:09   WAN - Endamê Meclîsa Giştî yê HDP’ê yê Agiriyê Mehmet Bîrdal ku li Îrana ji bo bazirganiyê çûbûyê hate girtin, ji ber sedemên siyasî 16 sal cezayê hefsê lê hate birîn.    Endamê Meclîsa Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriyê Mehmet Bîrdal ku li Îrana ji bo bazirganiyê çûbûyê hate girtin, ji ber sedemên siyasî 16 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ragihand ku Dadgeha Ceza ya Makuyê bi îdiayên “endamtiya PKK’ê” , “Hewldana zirardayîna ewlehiya neteweyî ya Îranê” û “Çavkaniyên malî ji rêxistinên li dijî Îranê re peyda bike” ceza li Bîrdal biriye.    Hengawê, ragihand ku Bîrdal ê di Îlona 2021’an de li bajarê Makû yê girêdayî Ûrmiyeyê hatibû girtin, ji roja hatiye girtin û vir ve ji mafê xwe yê parêzeran bêpar maye û bi malbata xwe re hevdîtin nekiriye.