4 endamên ESP’ê hatin girtin 2022-08-22 12:16:00   STENBOL - Endamên ESP'ê Denîz Aktaş, Ebrû Yîgît, Mert Ûnay û Nûrcan Gullubûdak duh bi şev li edliyeyê bi îdiaya “endametiya rêxistinê” hatin girtin.    Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş, Ebrû Yîgît, Mert Ûnay û Nûrcan Gullubudak ku di 18’ê tebaxê de bi serdegirtina malan li Stenbolê hatibûn binçavkirin û derbkirin, duh bi şev sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her çar kes sewqî 5’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Stenbolê kirin, dadgehê jî her çar kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin.