Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn 2022-08-22 11:48:52   MUGLA - Li navçeya Fethiyeyê qezayek pêk hat û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya Antalyayê ya herêma Dont a navçeya Fethiyeyê kamyona bi plakaya 07 PY 619 a bi sindoqên mêşên hingivê barkirî ku ajokariya wê Suleyman S. dikir û otomobîla bi plakaya 07 ACK 674 li hev dan. Di encama qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.    Di qezaya pêk hatî de tevî ajokarê otomobîlê 3 kesên din ên di wesayîtê de jî jiyana ji dest dan. Kesên di qezayê de birîndar bûne jî birin nexweşxaneyên navçeya Fethiyeyê.