HDP li Feraşînê bi gel re civiya 2022-08-21 18:40:59   ŞIRNEX - HDP li gundên Feraşînê yên navçeya Elkê serdana gel kir. Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr di serdanê de axivî û got: “Ev sedsal sedsala azadiya gelê kurd e. Em ê wê demê li quntarên Çiyayê Kato li Feraşînê govenda azadiyê bigirin.”        Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Elkê, di çarçoveya civînên xwe yên gel ên roja duyemîn de serdana zozanên Şeletûn, Tangaxana, Kaniyaşikêr, Hirçkîn, Warkung û Henikê kirin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Tevgera Jinên Azad(TJA), Hevserokê Rêxistina HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen, Hevşaredara Gundikêmelê ya HDP’î Zahîde Erk, Meclîsa Ciwanên HDP’ê, endam û rêveberên rêxistina Elkê tev li serdanê bûn. Şandeya HDP’ê bi tilîlî û dirûşmeyên “Bijî HDP” hatin pêşwazîkirin.   ‘KURDÊ AZAD HAT AFIRANDIN’        Parlementera Şirnexê Nûran Îmîr ku di serdanê de axivî, diyar kir ku gelê kurd li her qadan de li ber xwe dide û got: “Pergala kapîtalîzmê ewqas xwe girêdayî jiyanê kiriye ku civak ji xwezayê hatine dûr xistin. Feraşîn ji bo me nefesa jiyanê ye. Xweza çawa xwe wiha zindî dike û nûjîn dibe gelê kurd jî wisa ne. Têkoşîn li her derê ye û kurd li her qadê li ber xwe didin. Li dijî me zilm zordestî û êrîşek mezin heye. Divê em bi van êrîşan re bi hêsanî nêz nebin. Têkoşîna xwe divê mezintir bikin. Yên ku neyartîyê dikin ji ber bêtehamûliya gelê kurd dikin. Dixwazin kurdên sed sal berê ji nû ve ava bikin lê gelê kurd ne yê berê ye. Gelê kurd bindestiyê qebûl nake û dij derdikeve. Êdî kurdê azad hatiye ava kirin. Kurd bi wê bîr û baweriyê deskeftiyên xwe diparêzin û têkoşînê didin. Ev sedsal sedsala azadiya gelê kurd e. Em ê wê demê di quntarên Çiyayê Kato li Feraşînê govenda azadiyê bigirin.”       ‘GELÊ KURD AZADIYA OCALAN DAXWAZ KIR’      Îmîr, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Di newroza Amedê de gelê kurd bi awayekî aşkere li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan derketin. Gelê kurd azadiya Ocalan xwestin û li her qadê ji bo azadiya wî qîr kirin. Bandora wê rihê hêj jî xwe nîşan dide.”       Piştî axiftinan şandeyê serdana zozanên din kir. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.