Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin 2022-08-21 16:02:46   STENBOL - NÇM, dîmena danasînê ya şeva ku ji bo piştevaniya çapemeniya azad li dar bixe weşand.   Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), ji bo 16 rojnamegerên di 16'ê hezîranê hatibûn girtin dê 28'ê tebaxê li Navendan Çandê ya Cemîl Candaş a navçeya Şîşliyê, şeveke piştevaniyê li dar bixe. NÇM dîmena danasînê ya şeva piştevaniyê parve kir. Dîmen bi dirûşma "Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin" dest pê dike û dirêjiya wê jî deqeyek û 15 saniye ye. Di nava dîmenê de kêliyên ku rojnamegeran dibin edliyeyê û bendêmayîna li pêşiya edliyeyê cih digire.    Di nava dîmenan de daxuyaniyên rêxistinên rojnamegeran jî cih digire û dîmen bi stranên Kadîr Çat, Aryen Kom û Bandîsta ku dê şeva piştevaniyê de derkevin ser dikê, diqede.