Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê 2022-08-21 14:03:51   AMED - Li herêma di navbera Zozanên Şênê û gundê Eskar ya navçeya Pasûrê de şer derket. Li gorî çavkaniyên herêmê gelek ambulans çûne cîhê şer.   Hate hînbûn ku li herêma di navbera Zozanên Şênê û gundê Eskar ya navçeya Pasûrê de duh operasyoneke leşkerî hatiye destpêkêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmê di operasyona duh destpêkirî de şer derketiye û çare helîkopterên kobrayên herêm bombebaran kirine.  Dîsa li gorî çavkaniyên herêmî li herêmê di navbera leşkeran û HPG’iyan de şer û pevçûnên dijmar qewîmîne û hêj jî didomin.   Heman çavkaniyên herêmî diyar kir in ku pevçûn hêj didomin û di saetên serê sibê de 5 ambûlans çûne cihê bûyerê.