Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn 2022-08-21 12:26:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî civîna Tehranê ya 19'ê Tîrmehê û civîna Soçiyê ya 5'ê Tebaxê, êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Di encama van êrişan de 8 zarok hatin qetilkirin û 24 zarok jî birîndar bûn.   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 19’ê tîrmehê de li paytexta Tehranê ya Îranê bi Serokdewletê Rûsyayê û Serokdewletê Îranê re hevdîtinek kir û piştî wê hevdîtinê di 5’ê tîrmehê de li Soçiyê bi Pûtîn re hevdîtinek kir. Piştî van civînan êrişên dewleta tirk zêde bûn. Li gor agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di êrişên bi balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 zarok hatin qetilkirin û 24 jê zarok bi giştî 27 kes jî birîndar bûn.    Di 4'ê tebaxa 2022'an de balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk, navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir û di encama êrişê de 6 jê zarok bi giştî 9 welatî, birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne; Dîna Osman (6), Mehmûd Xerîb Mamo (6), Hisên Cemal Qasim (7), Sebah Henan Hemo (10), Avrîn Ebdurehman Heyder (13), Orîvan Mihemed Ebdo (15).   Di 9'ê tebaxê de artêşa tirk gundê Sêgirka bi çekên giran topbaran kirin, di encama vê topbaranê de Mihemed Salih (12), Mîrah Selah (12), Îlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn (16) birîndar bûn.   Di 16'ê tebaxê de Tirkiyeyê bi balafireke bêmirov a biçek taxa Sînaa ya bajarê Qamişloyê bombebaran kir, di encamê de 2 jê zarok 4 kes, hatin qetilkirin. Navên zarokên ku hatine qetilkirin wiha ne:  Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên.   Di 16'ê tebaxê de dewleta tirk navenda bajarê Kobanê û gundewarên wê topbaran kirin. Di topbarana li ser gundê Zorava yê rojavayê Kobanê de zarokê bi navê Ebid Mihemed Hecî (12) hat qetilkirin, her wiha Xelîl Cîhad Şêxo (2) di êrişa li ser Kobanê de birîndar bû.   Di 16'ê tebaxê de navenda navçeya Zirganê bi çekên giran hat topbarankirin û di encamê de zarokê bi navê Temîm Feysel Hemed (11) birîndar bû.   Di 16'ê tebaxê de Tirkiyeyê li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de zarokê koçber ê ji gundê Basilê yê dagirkirî Ehmed Îmad Îbiş (15) ji serî û lingê xwe birîndar bû.   Di 18'ê tebaxê de, balafireke bêmirov a biçek a Tirkiyeyê  li navenda perwerdekirina keçan a bi sponseriya NY'yê ya li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temir hedef girt. Di encamê de 4 zarok hatin qetilkirin û 11 jî birîndar bûn.