Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye 2022-08-21 11:43:28   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê di roja 531’emîn de bênavber didomîne, têkildarî qezayên ku duh li Dîlok û Mêrdînê pêk hatin peyama sersaxiyê weşand.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 531’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî qezayên ku duh li Dîlok û navçeya Dêrîka Mêrdînê pêk hatin ev peyam weşand: “Ji welatiyên me yên duh di qezayên li Dîlok û Mêrdînê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan re ji Xudê rehmet, ji malbatên wan û hemû gelê me re sebir dixwazim. Cengîz Holdîng?”