Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir 2022-08-20 22:37:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Iraqa Demokratîk, nûnertiya KNK'ê ya li Hewlêrê ziyaret kir.   Şandeya Tevgera Iraqa Demokratîk nûnertiya KNK'ê ya li Hewlêrê ziyaret kir. Şande ji aliyê Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrat û endamên KNK’ê Ferhat Resûl û Denîz Xelîl ve hat pêşwazîkirin.   Di hevdîtinê de behsa bûyerên li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka Herêma Kurdistana Federe hatin nirxandin.