Cenazeyê jina windayî hat dîtin 2022-08-20 22:04:24 ŞIRNEX - Li bajarokê Sêgirkê cenazeyê jina bi navê Fîrdevs Babat ku ji duh ve windayî bû,  hat dîtin.    Li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê cenazeyê Fîrdevs Babat a 18 salî ku ji duh ve winda bû di Çemê Hêzilê de hat ditin.    Cenazeyê Babatê ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.