HDP'ê li Botanê serdana gundan kir 2022-08-20 18:24:58   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya navçeya Elkê serdana gundan kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Elkê di çarçoveya xebatên xwe da serdana gundan kir. Parlemtera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê Abdullah Gungen, Hevşaredara HDP’ê ya Gundikê Melê Zahîde, Erk û endamên Dayikên Aştiyê jî tev li serdanê bûn.   Şandeyê di çarçoveya serdanê de li gundên Bêrman, Melêse, Setkar, Çeman, Geznex û Germawê de bi gel re civiya.    ‘ÎTÎBARA AKP’Ê NEMA’   Di serdana gundê Bêrmanê de parlementera HDP’ê Nûran Îmîr axivî. Îmîr diyar kir ku gelê kurd êdî bi polîtîkayên bişaftinê nayê xapandin û got: "Têgihiştinek ku kurdan nas nake û wekî îradeyeke siyasî nabîne heye. Lê niha li Kurdistanê bawerî bi AKP'ê nemaye. Ne tenê li Kurdistanê, bi rastî jî li Tirkiyeyê tu îtîbara wî nemaye. Di salên 1990’î de kurd wekî xayin dihatin dîtin, lê niha her kesên ku rejîma wan qebûl neke wekî xayin dibînin. Îro ro sedema ku polîtîkayên wan nagihijin armanca xwe, hebûna HDP’ê ye. AKP bombardimanan dike, qetlîaman dike û her tiştî dike. Lê em dibêjin ev polîtîkaya şer ne çareserî ye. Em li dijî wê têdikoşin.”   Îmîr di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û got: "Tirkiyê di şer de israr dike û vî şerî jî bi tecrîda Îmraliyê geş dike. Heya ku deriyê îmralîyê venebe û birêz Ocalan azad nebe aştî û aramî nayê vî welatî. Bi salan in hevdîtin bi birêz Ocalan re nayê kirin.”   Şande piştî axaftinan derbasî gundên din bû.