Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe 2022-08-20 18:00:43       COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Colemêrgê diyar kir ku dijminatiya li hemberî kurdan û jinan wê desthilatê têk bibe û got, HDP hêviya gelan e.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, piştî civîna bi esnafan a li navenda navçeya Geverê û serdana Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê, çû navenda bajarê Colemêrgê. Bûldan ku bi konvoyeke qelebalix çû navenda bajêr, ewil esnafan ziyaret kir û paşê li Qada Azadiyê xîtabî welatiyan kir.   ‘HÊZA TÊRA HDP'Ê NAKE'   Bûldan ku got "HDO, hêviya vî welatî ye" anî ziman ku êdî dem hatiye ku di sindoqan de dersa desthilata dixwaze bi xizanî, krîz û belengaziyê welêt bi rê ve bib bê dayîn. Bûldan got: “Ev welat bi qeyranan û bi îhaleyên ku didin pênc çeteyan tê birêvebirin. Dem hatiye ku ev desthilata ku ji bêrîka feqîran digire û li zenginan belav dike, li çeteya û alîgirên xwe belav dike û ji bilî kursiya xwe li tiştekî din nafikire biçe. Ew jî vê rewşê dibînin û dizanin. Loma jî rûyê wan tune ye ku li rûyê xelkê binêrin. Nikarin wekî me kolan bi kolan, meydan bi meydan bigerin. Hewl didin me bi dozên komployê, çapemenî û daraza di destê xwe de me krîmînalîze bikin. Em li vir bang li we dikin; hêza we têra qedandina HDP'ê nake, aha HDP  li vir e. HDP biçe ku li wir bi heman sempatî û eleqeyê tê pêşwazîkirin. Ji ber ku li bara civaka Tirkiyeyê cihekî cuda yê HDP'ê heye."   ‘WELAT RADESTÎ KESÊN TARÎ KIRIN'   Bûldan bal kişand ser rewşa siyasetmedarên girtî û girtiyên nexweş ên li girtîgehan jî û got: “Niha li hermû qadên ku em siyasetê lê dikin êriş tên kirin. Li meclîsê fezlekeyên parêzbendiyê tên amadekirin. Beriya niha jî parêzerê Çakici, di meclîsê de gotibû ku ew ê li dijî wekîlê me Garo Paylan planeke aloz bidin destpêkirin. Got, wê vê yekê li Meclîsê bikin. Ev tişt gotinî lê ne Serokê Meclîsê ne jî Wezîrê Dadê deng ji xwe neanîn. Ji ber ku wan ev welat radestî derdorên tarî û çeteyên tarî kiriye. Gelê me dê tu carî destûrê nede van suîqestan."   ‘HDP MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE'   Bûldan muzakereyên ku hikûmeta AKP’ê li sêgoşeya Tehran, Şam û NATO’yê kirin nirxandin û got: “Niha AKP ji bo di hilbijartinan de bi ser bikeve, hewl dide ku li korîdorên NATO’yê, li Şamê û li Tehranê alîgiran peyda bike. Jê we ye ku sindoqên dengdanê dê li korîdorên NATO'yê, li Tehran û Şamê bên danîn. Na! Sindoq dê li Tirkiyeyê bên danîn û gelên Tirkiyeyê dê dengên xwe bidin. Dijminatiya li hemberî kurdan, jinan û HDP'ê teqez wê bi wan bide windakirin. Ji lew re hûn ê nikaribin li pêşiya gelên Tirkiyeyê bibin asteng. HDP dê li vî welatî bibe xwedî gotin, teqez dê beşdarî hilbijartinan bibe. Bila gumana kesî ji vê yekê nebe. HDP mifteya hemû pirsgirêkan e."   Bûldan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bêyî HDP’ê dê kes nikaribe li welêt hesab û kîtaban bike. Bêyî HDP’êdê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Em ê teqez edalet, mafên mirovan û demokrasiyê bînin vî welatî. Desthilatdariya AKP’ê li vî welatî firdikek demokrasî, aştî, mafên mirovan û edaletê  nehiştiye. Gelê me teqez dê di hilbijartinan de dersa wan bide."