Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da 2022-08-20 13:05:39 DÎLOK - Li ser rêya Dîlok-Nîzîpê qezaya trafîkê rû da û di qezayê de 16 kesan jiyana jiyana xwe ji da. Li ser rêya Dîlok-Nîzîpê otobusek, wesayîta agirkujiyê, ambulans û wesayîtek weşana zindî li hev qelibîn û qezaya trafîkê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê hat zanîn ku 16 kesan jiyana xwe ji dest daye. Waliyê Dîlokê Davût Gul têkildarî qezayê daxuyanî da û diyar kir ku 15 kesan jiyana xwe ji dest daye 3 heb jê personelên agirkujiyê ne, 2 heb jê personelên tenduristiyê ne û 2 heb jê jî rojnamevan in. Yek ji birîndaran canê xwe ji dest da û hejmar derket 16 kesan.    Hat zanîn ku rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) Muhammed Abdulkadir Esen û Ûmût Yakûp Tanriover in.   Her wiha hat ragihandin ku di qezayê de 21 kes jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên li bajêr.    Otobusa rêwiya ku qeza kiriye ya fîrmayek Amedê ye û hat zanîn ku otobus ber bi Amedê ve dihat.