Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe 2022-08-20 09:48:45   STENBOL - Siyasetmedar Hatîp Dîcle diyar kir ku AKP dê di şerê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin de têk biçe û got: “Divê em li her deverê li ber vî şerî rabin. Em bibin yek wê ev şer têk biçe.”    Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ji ajansa me re axivî û bal kişand ser êrişên Tirkyeyê yên li dijî bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û armanca êrişên tên kirin nirxand.    DESTKEFTIYÊN KURDAN DI HEDEFÊ DE NE    Dîcle da zanîn ku di hedefa şerê hêzên hegemonîk de destkeftiyên gelê kurd hene û di qonaxa kurd gihîştinê de her roj encamên şer bi bedelek mezin dide û şerek mezin li ser gelê kurd e. Dîcle diyar kir ku dema hêzên hegomonîk li Sûriyeyê lez dabûn parvekirna şer Tirkiyeyê jî di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û “Plana Têkbirinê” xist dewrê û ji bo qirkirina li dijî kurdan temam bike ket tevgerê. Dîcle got: “Tirkiyeyê bi vê planê xwest her destkeftiyên kurdan ên li Kurdistanê tasfiye bike û stratejiyek li ser vê ava kir. 8 sal in ev stratejî didome. Lê tevgera azadiyê bi têkoşîna gelê xwe re vê stratejiye asteng kir.”    HEVDÎTINÊN LI TAHRAN Û SOÇΠ   Dîcle anî ziman ku civîna sê alî ya Tirkiyeyê, Îran û Rûsyayê di roja salvegera Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmehê de li Tahranê pêk hatiye netesadufî ye û got: “Van her sê dewletan jî piştî civînê bi daxuyaniyên dan, eşkere kirin ku dixwazin rêveberiya xweser a Rojava tasfiye bikin. Civîna li Soçî û Tahranê li ser têkbirina kurdan hatin kirin. Piştî van civînan jî em encamên wê li herêmê dibînin. Dibe ku niyetên xwe gotibin lê belê planek veşarî jî heye. Ev plan li dijî destkeftiyên kurdan ên li Rojava û Başûr e.”    ÊRIŞAN JI NEDÎTÎ VE TÊN    Dîcle bal kişand ser bêdengiya NATO’yê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Her çiqas NATO dengê xwe ji Tirkiyeyê re nake jî lê belê destûr nade operasyonek berfireh. Rûsya û Îran jî destûr nedane polîtîkaya deswerdana Tirkiyeyê. Lê belê NATO jî û Rûsya jî çavê ji êrişên SÎHA’yên Tirkyeyê re girtine û ji nedîtî ve tên.”    JI BO KURDAN PÊVAJOYEK DIJWAR    Dîcle da zanîn ku serdana Serokê Partiya Vatna Dogû Perînçek a ji bo Sûriyeyê û serdanên rayedarên Tirkiyeyê yên ji bo welatên din jî ji rêzê nînin û got: “Bi rastî jî ji bo gelê kurd pêvajoya di pêşiya me de wê gelek zor be, çimkî sînyalê vê tê dayîn.”    ‘DÊ ŞER KÛR BIBE’    Dîcle destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze bi van êrişan herêma xweser vala bike û pişt re jî êrişek dagirkeriyê ya berfireh bide destpêkirin û wiha axivî: “Bêdengiya NATO’yê û hêzên koalisyona navnetewî tê maneya ku vê zilmê erê dike. Wisa tê xuyakirin ku dê şer kûr bibe. HSD dibêje ‘heke dewleta tirk êrişî me bike em ê hêzên xwe çalak bikin û dest bi parastina xwe bikin’. Ev daxuyanî li navenda Rojavayê Kurdistanê hat dayîn. Ev tê maneya ku dê bi dewleta tirk re şer dest pê bike. Jixwe niha di navbera hêzên HPG’ê û artêşa tirk de şerek heye. Li başûrê Kurdistanê şerê dijwar diqewime. Heke li Rojava jî hêzên wir derbasî rewşa çalak bibin dê hem li başûr hem jî li rojava şerek giran dest pê bike. Em viya dibînin û ew qewimandina şer jî pêkan e.”    ‘KURD HÊZA XWE BIKIN YEK KES BI WAN NIKARE’    Dîcle anî ziman ku di demek nêz de bi koordînatoriya Rûsyayê dibe ku Tirkiye û Sûriye li hev bikin û plana tafiyeya bi giştî ya rêveberiya xweser bixin dewrê û wiha domand: “Yanî deleta tirk biryara dewletê girtiye û dixwaze bi artêşa Sûriyeyê re li hev bike û êrişên li dijî Rojava bide destpêkirin. Lê belê ev wisa naçe serî. Lê divê kurd li her deverê ku lê ne heke bikevin tevgerê, bawer bikin wê ev êrişên qirkirinê û armanca tunekirina kurdan bên qewirandin. Ji vê saetê şûn ve ji bilî berxwedanê tu şansek din ê kurdan nîne. Îro şerek li kurdan hatiye ferzkirin. Kurd ji berê ve dixwazin li ser axa xwe azad û di nava aştiyê de bi mafên xwe bijîn, lê şer li wan tê ferzkirin. AKP wê vî şerî winda bike. Dibe ku bi vî şerî re rojên tarîtir li pêşiya Tirkiyeyê be. Ev pêvajo jî hinek bi berxwedan û têkoşîna gelê kurd ve girêdayî ye. Êdî gelê kurd pir bi hêz e. Divê êdî gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî pêk bîne. Heke PDK nêzî yekitiya neteweyî nebe jî divê bê PDK’ê hêzên din tifaqa xwe ya neteweyî li pêş bixin. Çareserî çi ye pir eşkere ye. Divê em di vê pêvajoyê de çi bikin, lazim e em li her deverî xebatên dîplomasiyê bikin. Yanî em hêza xwe li rojava, bakur û başûr bikin yek û em li dijî vî şerî berxwedanek giştî bikin, wê tu hêz nikaribe me têk bibe.”    MA / Ergîn Çaglar