ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-20 09:00:00     * Siyasetmedar Hatîp Dîcle diyar kir ku AKP dê di şerê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin de têk biçe û got: “Divê em li her deverê li ber vî şerî rabin. Em bibin yek wê ev şer têk biçe.”    * Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Yuksel Mûtlû diyar kir ku jin dikarin li dijî êrîşan bên cem hev û li ser xeta têkoşîna hevpar rêya xwe bidomînin û got: "Ji bo vê hezar sedemên me hene."   * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Hezexê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Em dixwazin ku xeberekê ji Îmraliyê bistînin."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 530'yemîn de berdewam bike.    * Xizmên Windakiriyan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê wek her hefteyê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û daxwaza cezakirina faîlan bikin dê di hefteya 907'emîn de li ser online çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)    * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê wek her hefteyê çalakiya ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li dar bixin. (13.00)   * MATUHAY-DER, ANYAKAYDER, HDP, DBP, HDK û TJA ji bo balê bikişînin ser mirinên li girtîgehan dê li Qada Kartala Stenbolê daxuyanî bidin. (15.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Mêrsînê dê bi dirûşma "Li dijî şer û mêtingeriyê azadiya civakî" li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Akdenîzê civata gel li dar bixe. (19.00)