Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin 2022-08-18 10:35:02   RIHA - Girtiyên ku di 8’ê tebaxê de li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, bi rêya malbatên xwe banga hestiyariyê kirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ku ji aliyê 10 girtiyan ve li dijî binpêkirinên mafan ên li wan tên kirin hatiye destpêkirin di roja xwe ya 11’emîn de berdewam dike. Ji 15’ê tebaxê ve 10 girtiyên din jî tev li bibûn. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê bişopînin Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Rihayê, Odeya Bijîşkan a Rihayê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) şandeyek ava kir. Şandeya hate avakirin di 13’ê tebaxê de xwest têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê tên jiyîn bi midurê girtîgehê re hevdîtînê bikin lê midur hevdîtin qebûl nekiribû. Şandeyê diyar kir ku di rojên pêş de wê dîsa biçin serdana girtiyan.    Malbatên ku duh çûbûn hevdîtina vekirî, ragihandin ku girtî heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomînin. Malbatan dan zanîn ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin wê her hefte 10 tev li çalakiyê bibin û banga hestiyariyê li rêxistinên girse yên demokratîk kirin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kiribûn, ragihandibûn ku 10 girtiyan di 8’ê tebaxê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û diyar kiribûn ku heta daxwazên wan neyên pêşwazîkirin wê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan ragihandibûn ku sedemê ketina wan a çalakiya greva birçîbûnê nêzîkatiyên dozger û midurê girtîgehê û xespkirina mafên wan e.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Girtiyan destnîşan kirin ku zext veguherîne îşkenceyê û binpêkirinên mafan wiha rêz kirin:    “* Ji nexweşxaneyê re û ji bo tedawiya me ya diranan sewqên me nayên kirin,    * Bi awayekî keyfî înfaz 6 mehan tên dirêjkirin,    * Di cejnên Remezan û Qurbanê de tevî hevdîtinên vekirî, nedayîna mafê telefonê yê zêde,   * Astengkirina nameyên hundirîn,   * Nekirina guhertinên odeyan,   * Destdanîna îdareyê ya ser klîma û perwaneyên ku beriya niha ji kantînê firotine û neçar dihêle ku yên nû bistînin,    * Me neçar dihêlin ku em tiştên vexwarinê yên gerim ji kesên hatine serdana me re bibin (di şertên demsalê de av, kola, ava fêkî nikarin têxin dolabê de)”   NAVÊN GIRTIYAN   Navên girtiyên ku di roja 11’emîn de çalakiya greva birçîbûnê didomînin wiha ne: “Îdrîs Dûrûk, Emîn Çetîndaş, Omer Aslan, Sûat Berlik, Selamî Çîftçî, Mazlum Dogan Taniş, Şervan Muhammed, Emîn Korkmaz, Lokman Ayebe û Abdûlselam Demîr.”   Navên girtiyên ku di 15’ê tebaxê de ketine çalakiya greva birçîbûnê wiha ne: “Keleş Celal, Ogûr Faîkoglû, Mustafa Muslum, Haşîm Arslan, Cûma Îbrahîm, Kenan Dogan, Mahmût Tûtal, Ferît Ak û Abdûlkadîr Bûdak.”