Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû 2022-08-18 09:04:30   MÊRSÎN - Parêzer Celîl Akin, diyar kir ku 4 jinên li Girtîgeha Bunyanê bi koronayê ketine rakirina nexweşxaneyê û da zanîn ku rewşa wan a tenduristiyê giran e.    35 girtiyên jin ku li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê tên ragirtin bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin. Parêzerê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrova (Çûkûrova TUAY-DER) Celîl Akin, bi lêv kir ku rewşa tenduristiya girtiyan giran e. Akin, da zanîn ku li dijî şewba vîrûsa koronayê bergirî nehatine girtin û wiha got: “Girtiyên ez pê re axivîm, ragihandin ku şewb beriya 15 rojan li odeya B-1’ê destpêkiriye, li girtiyan nîşaneyên koronayê derketine lê rêveberiyê daxwaza wan a sewqkirina nexweşxaneyê pêk neaniye. Rêveberiya girtîgehê tu bergirî negirtine, girtiyan maske xwestine lê ji wan re gotine ‘pêkanîna koronayê bi dawî bû, em nikarin maske bidin we’ û bi vî awayî  korona li 5 odeyên girtiyên siyasî belav bûye û 35 girtî bi koronayê ketine. Girtiyan diyar kirin ku rewşa wan nebaş e, test kirine lê tevî 3-4 roj bi ser test girtinê re derbasbûne jî encamên testên wan bi wan re nehatiye parvekirin.”   4 ROJ IN LI BENDA ENCAMA TESTA NE   Akin, bi lêv kir ku ji girtiyan Gulazer Akin, Yaprak Taşçi, Şîlan Çetîner û Şîlan Okût ên testên wan pozîtîf derketine rakirine nexweşxaneyê, rewşa Pervîn Genç, Rojbîn Yakût, Guzel Saraç û Gulîstan Yilmaz ên encama testa wan nehatine aşkere kirin jî giran e û ji dev û difina wan xwîn tê. Akin, anî ziman ku tevî rewşa girtiyan giran e jî nayên dermankirin û diyar kir ku ji bo sewqî nexweşxaneyê bên kirin jî 4 roj in li benda encamên testa koronayê ne.