ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-18 09:00:00     * Parêzer Zinar Kef ku li Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M'yê ya Jinan hevdîtin bi girtiyên jin re kir diyar kir ku girtiyên jin ên mafê wan ê tenduristiyê hatiye astengkirin, bi cezayên dîsîplînê înfaza wan hatiye şewitandin. Kef got: "Hema bêje înfaza hemû jinan hatiye taloqkirin."   * Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên li dijî kurdan e û gotin, çareserî çûna AKP'ê û Erdogan e.   * Nexweşê penceşêra giran Ehettîn Kaynar ku bi hewldanên malbata xwe ji girtîgehê sewqî nexweşxaneyê hat kirin, 22 roj in tê dermankirin. Keça wî Sidîka Varli diyar kir ku ji ber ku nexweşiya bavê wê pir giran bûye êdî kemoterapî nayê kirin.    * Serokwekîlê Şaredariya Heskîfê Abdûllah Tarhan ku ji ber îstihdama bêhiqûqî ji AKP'ê îstifa kir, lîsteya xizmên Şaredar Abdulvahap Kusen û Serokê AKP'ê yê Heskîfê Rustem Ayhan ên bi awayekî nelirê li şaredariyê hatine bicihkirin parve kir.   * Parêzer Vedat Çagirtekîn diyar kir ku miwekîlê wî Mehdî Mihçi 4 rojan di binçavan de bi îşkenceyê re rûbirû maye û polîsan jê re gotiye, “em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin” û bi rêbazên taybet hatiye îşkencekirin.    * Ji ber îşkence û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê ragihandiye malbata xwe, li girtî Halîl Kasal cezayê dîsîplînê hatiye birîn. Dayik Beyaz Çelîk got: "Ma gere kurê min li wir bimirana û ez biçûma min cenazeyê wî bianiyana?"    *Tole Deger a ku hê 23 salîbû ji gundê xwe bi darê zorê hat derxistin, niha jî 55 salî ye û tenê daxwaza wê ew e ku vegere gundê xwe ku 32 sal in nûçeyê.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 528'emîn de berdewam bike.    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amed û Îzmîrê dê berdewam bike. (11.00)    * TUM-BELSEN'a Şaxa Amedê dê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûman li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.30)