Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin 2022-08-17 13:25:13   ŞIRNEX  - Cenazeyê Enver Baykir ê ku di bendava “ewlehiyê” ya li gundê Kiror a Qilebanê de xeniqîbû hat dîtin.    Zarokê bi nave Enver Baykir ê 15 salî duh ketibû bendava “ewlehiyê” ya Mûsa Tepe a li gundê Kiror a navçeya Qilebana Şirnexê û piştre winda bûbû. Çawa ku agahî dan tîmên tenduristiyê û cendirmeyan di nava bendavê de karûbarên lêgerîna cenazeyê Baykir hatin destpêkirin. Tîmên AFAD’ê yên Şirnex, Amed û Êlihê û noqavên Şaredariyên Êlih û Tetwanê ji bo dîtina cenazeyê Baykir dest bi lêgerînê kirin û vê sibê cenazeyê Baykir hat dîtin.    Cenazeyê Baykir ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê Baykir piştî karûbarên otopsiyê dê li gundê Kiror bê veşartin.    BENDAVÊN BITALÛKE   Li aliyê din, di salên dawî de li herêmê di bin navê “ewlehiyê” de bendavên hatine çêkirin bûne cihê telûkeyê. Li herêmê di navbera her 50 kîlometreyan de 7 bendavên "ewlehiyê" hatine çêkirin û bi ava van bendavan ne avdanî tê kirin ne jî ceyran tê hilberandin.