Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê! 2022-08-17 12:49:22   ÎZMÎR - Girtiya nexweş Bahar Karakaş Ûlûg ku ji Girtîgeha Edîrneyê sewqî Girtîgeha Şakranê hate kirin, diyar kir ku tu pêdiviyên wê nayên pêşwazîkirin û ragihand ku dermanên wê jî nadinê.    Li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê, zext û pêkanînên keyfî yên li ser jinan zêde dibin. Bahar Karakaş Ûlûg ku di 11’ê tebaxê de ji Edîrneyê sewqî Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê bûbû, roja duşemê bi telefonê bi hevjînê xwe Mehmet Ûlûg re axivî û binpêkirinên mafan ragihandin.    ‘PÊDIVÎ NAYÊN DAYÎN’   Ûlûg, diyar kir kir ku li girtîgehê polîtîkayên tecrîdê tên pêkanîn û wiha got: “Pêdiviyên weke televizyon, sarinc û pirtûkan nadin. Tevî ku qawiş têra 23 kesan hene jî nahêlin em biçin qawişa em bixwazin. Ferzkirinên hejmara li ser piyan zêde bûn. Dema em vê qebûl nekin jî zext zêde dibin.”   ‘DENGÊ WÊ NEBAŞ BÛ’   Mehmet Ûlûg jî destnîşan kir ku hevjîna wî bîpolar e tevî rapora wê heye jî dermanên wê nadinê û wiha got: “Hevjîna min dema dermanan bikarneîne aciz dibe. Tu pêdiviyên wan nayên pêşwazîkirin. Ji ber hevjîna min nikare dermanên xwe bikarbîne, di telefonê de dengê nebaş dihat.”   ‘DERMANÊN WÊ NADINÊ’   Ûlûg, bi lêv kir ku ji tiştên diqewimin bifikarin û wiha axivî: “Ji bo ku ji nû ve hatine Girtîgeha Şakranê hewl didin wan bimehînin. Dema ez 10 deqiqeyan bi hevjîna xwe re axivîm dengê wê gelek nebaş dihat. Dema zextan li wan dikin em dikevin nava fikaran. Ez nizanim dema hevjîna min dermanan bikarneîne dikeve psîkolojiyeke çawa û ditirsim întîhar bike. Ez dixwazim parêzer, komeleyên mafên mirovan û parazvanên mafên mirovan li dijî van pêkanînan deng derxînin.”