TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye 2022-08-17 12:24:34 RIHA - Desteya Kordînasyona Bajêr a TMOOB’a Rihayê di roja 527’emîn de piştgirî da Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar.   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, ket roja 527’an. Dayîk û kurê wê ji ber axaftina telefonê ya bi Fadil Şenyaşar ê ku di qawişê de tenê tê ragirtin hinek derengtir ji mala xwe ya Pirsûsê derketin û hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîs ji 8’ê Tebaxê heta niha nahêlin malbat di têketina edliyeyê de li ber siyê bisekine. Malbatê nobet bi Desteya Kordînasyonê ya Bajêr (ÎKK) a TMOOB’ê re da destpêkirin.    ‘EM MAFDAR IN’   Ferît Şenyaşar têkildarî astengkirina nobetê axivî û got: “Nobeta Edaletê 527 roj in dom dike. Piştî ku di 8’ê tîrmehê de mudaxile li nobeta me hat kirin her roj em bi saziyekî sivîl re nobetê digirin. Heqîqetek li holê heye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetliyamek hat kirin. 4 sal e ku derbarê dozê de biryara veşartî didome. Her kesek vê bêhiqûqiyê dibîne. Qasî ku dayîkek li pêşiya edliyeyê nobetê bigire, ev şerm dê wek şermeke hemû rayedarên dewletê bi rê ve dibin bimîne. Em dixwazin ev şerm demildest ji holê bê rakirin. Birayekî me bi awayekî dijhiqûqî hatiye girtin. Ger ku edalet pêk bihata dê birayê me li gel me bûna. Em mafdar in ji ber wê em ê serbikevin. Heya ku edalet neyê pêkanîn em ê ji vir neçin.”