Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye 2022-08-17 09:03:12 STENBOL -  Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, cezayên dîsiplînê yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine birîn wekî "Zordestiyê şûna hiqûqê girtiye" pênase kir û got ji bo pêkanîna hevdîtinan pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye. Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 17 meh in tu xeber nayên girtin. Piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an, Ocalan di 2'yê Gulana 2019'an de, di encama çalakiya greva birçîbûnê ya 200 rojî ya li girtîgehan de, hevdîtin bi parêzerên xwe kiribû. Lê piştî 5 hevdîtinan parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve nikarin hevdîtinê pêk bînin. Serlêdanên wan ên hevdîtinê bi hinceta cezayên dîsiplînê tên astengkirin. Ocalan ku hevdîtina wî ya bi malbatê re jî bi heman hincetê tê astengkirin, herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de bi telefonê birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinek kurt pêk anî.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, serlêdanên hevdîtinê yên bi Ocalan û girtiyên din re û cezayên dîsîplînê yên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê nirxandin.    'DERÎ HIQÛQÊ'   Bîlmez diyar kir ku ji sala 1999'an ve li Girava Îmraliyê hiqûq nayê xebitandin got, ew tu carî nikarin wekî cihekî "asayî" li Girava Îmraliyê binêrin. Bîlmez ku bêhiqûqiyên li Îmraliyê wekî "Îmralî çawa cihekî ji bejahiyê veqetiyayî ye, di heman demê de cihekî li derî hiqûqê ye jî" nirxand, bilêv kir ku 17 meh in bi tu awayî nikarin pêwendiyê bi muwekîlên xwe re deynin. Bîlmez anî ziman ku hemû serlêdanên wan parêzeran ji aliyê Dadgeriya Înfazê yê Bursayê ve tên  astengkirin û got: "Hemû serlêdanên qanûnî bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin."   'ASTENGKIRINA HEVDÎTINAN BI REWŞA AWARTE RE BÛN TIŞTEKÎ QANÛNÎ'   Bîlmez destnîşan kir ku ji sala 1999'an heta sala 2016'an, dema hewldana derbeyê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi biryarên wekî "Keştî xerabe ye" hevdîtin asteng kirine, lê bi Rewşa Awarte (OHAL) re ku di sala 2016'an de hat ragihandin, astengkirina hevdîtinan êdî bûye "tiştekî qanûnî." Bîlmez têkildarî astengkirina hevdîtinan yên piştî Rewşa Awarte bi vî awayî bilêv kirin: “Berê di pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê de, hevdîtina bi hemû parêzeran nedihat qedexekirin. Lê piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê rewşa awarte hat ragihandin. Piştî Rewşa Awarte demek bi şûn de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve derbarê Îmraliyê de ev biryar hat dayîn. Mafê hevdîtina bi birêz Ocalan û her sê muwekîlên me yên din ên li Îmraliyê, hat sînorkirin û qedexekirin. Cara yekem bû ku tiştekî wiha dibe. Bingeheke qanûnî tune bû, lê belê paşê bi biryarnameyên Rewşa Awarte re hewl dan ku kirasekî qanûnî ji van tiştan re bifesilînin û rabûn xalek li qanûna înfazê ya ceza zêde kirin. Li gorî vê xalê êdî mafê mirov yê dîtina bi parêzer dikare bê sînordarkirin. Hîn jî di meriyetê de ye.”    Bîlmez da zanîn ku ev pêkanîn dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Destûra Bingehîn û prensîbên bingehîn ên hiqûqê ye û got: "Ev rewş tê wateya jiholêrakirina mafê parastinê."    Her wiha Bîlmez diyar kir ku ew nikarin ji mafên rewa yên ku piştî darbeyê ji bo Ocalan û girtiyên din hatine amadekirin jî sûdê werbigirin.   'KIRINE OTOMATÎK'   Bîlmez derbarê pêvajoyê de jî ev tişt gotin: “Di vî kirasê qanûnî de ku min ji bo qedexekirina mafê hevdîtina bi parêzeran yê Ocalan û muwekîlên me yên din de, hin xal hene. Ji van xalan yek jî pêk nehat. Ji hevdîtina bi parêzeran a 2019’an ve tu hevdîtinek çênebûye. Ya duyemîn jî, diviyabû di vê hevdîtina bi parêzeran re, diviyabû têkildarî kiryarên dibin cihê sûc de hin nîşane hebûna. Ya sêyem jî, divê dadgeha peywendîdar tevdîîrek bigirta û rayedarên fermî jî zabitnameyek çêbikirana û ew bişandana dadgehê. Lê li Îmraliyê yek ji van pêk nehatiye. Ne hevdîtinek çêbûye, ne jî di hevdîtinekê de kiryareke bibe cîhê sûc rû da, ne jî zabitnameyek hat amadekirin. Bêyî ku ji vana yek jî pêk bê, Dadgeriya Înfazê ya Ceza ya Bûrsayê, bi awayekî otomatîk 6 mehan carekê hevdîtina bi parêzeran qedexe dike û 3 mehan carekê jî ya bi malbatê re qedexe dike. Beriya sala 2015’an ev yek ne wiha bû. Qet nebe wê çaxê derewên xwe jî bi duristî dikirin. Her hefte wekî hincet ji me re digotin 'an keştî xerabe ye' yan jî 'rewşa hewayê nebaş e.'"    'ZORDESTIYÊ DEWSA HIQÛQÊ GIRTIYE'   Bîlmez anî ziman ku bi awayekî hiqûqî nikarin xwe bigihînin naveroka biryarên qedexekirina hevdîtinan yên ji bo muwekîlên wan hatine dayîn û got: “Em dayina van cezayên dîsîplînê jî nikarin hîn bibin. Teblîxî me nayên kirin. Em paşê, piştî demek dirêj hîn dibin. Piştî em hîn dibin em hewl didin mudaxil bibin. Em dibêjin 'Naveroka vê biryarê, dosyayê ji me re bişînin, em bibînin. Li gorî wî em doza mafên muwekîlê xwe bikin. Em serî li rêyên qanûnî bidin." Lê ew dosyeyê vedişêrin."    Bîlmez bibîr xist ku jixwe muwekîlên wî dizanin ku ev biryar nehiqûqî ne û got: "Ew jî êdî îtîraz nakin. Ji lew re baweriya wan bi hiqûqê nemaye. Jixwe birêz Öcalan ji destpêkê ve qet îtiraz nedikir. Lê hin muwekîlên me yên li wir îtîraz dikirin. Niha ew jî êdî îtîraz nakin. Li Îmraliyê zordestiyê şûna hiqûqê girtiye."    'PÊDIVÎ BI ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK HEYE'   Bilmez bal kişand ser 775 parêzerên girêdayî 29 baroyan ku li dijî vê bêhiqûqîtiyê tevgeriyan û got, serlêdana wan a li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê pir girîng e û got: "Em wiha difikirin dê hewldanên bi vî rengî bibandor bin."   Bîlmez bilêv kir ku divê serlêdanên bi vî rengî û çalakiyên girseyî yên kolanan zêde bibin û "Meşa Gemlîkê" ya di 12'ê Hezîranê de hat lidarxistin bibîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku ev mijar her kesî eleqedar dike. Bêhiqûqiya li Îmraliyê ne tenê meseleya birêz Ocalan û yan jî ya me parêzeran e. Pirsgirêka civaka Tirkiyeyê ye. Ev pirsgirêk bi awayekî bandorê li her kesî dike. Ya girîng ew e ku haya mirov ji vê hebe û mırov ji bo wê hewl bide. Nexwe ger em xwe tim li nedîtinê deynin, em ê bibînin wekî heya niha, dê ev mesele bandorê li her kesî bike. Ma kes dikare îdia bike ku tecrîda li Îmraliyê derî meseleya kurdî ye? 23 sal in em vê yekê dibînin. Bêhiqûqî li hemû Tirkiyeyê berbelav bûye. Baweriya bi darazê nemaye. Di warê aborî de mirov jixwe perîşan bûne. Ji ber ku desthilat, ji bo desthilata xwe biparêze, ber bi hilbijartinê ve hewl dide alîgirên xw ekonsolîde bike. Ev yek zirarê dide tevahiya civakê û ev rasterast bi tecrîda li ser Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Divê mirovê vê yekê bibîne."