Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne 2022-08-17 09:02:33 RIHA - Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ku bi Malbata Şenyaşar re nobed girtin gotin, "Em aliyên vê dozê ne" û ji bo pêkanîna edaletê bang kirin. Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û parastvan û xizmên wî, di 14'ê Hezîrana 2018'an de êriş biribûn ser kargeha Malbata Şenyaşar, li navçeya Pirsûs a Rihayê. Piştî birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, êriş li vir jî dewam kiribûn. Bav Hecî Esvet Şenyaşarê ku xwestibû zarokên xwe yên birîndar bibîne çûbû nexweşxaneyê, li vir li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşar hatibû lînckirin û qetilkirin. Di heman bûyerê de Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKP'î jî, bi guleya çekekekê jiyana xwe ji dest dabû.    Lêpirsîna derbarê bûyerê de, wekî lêpirsîna derbarê "bûyera li kargehê" û ya "nexweşxaneyê" dabeşî du dosyeyan hatibû kirin. Lê belê bûyer di heman rojê de qewimîbûn û bi hev ev girêdayî bûn. Di doza derbarê dosyeya li cihê kar de  37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar û 18 sal cezayê girtîgehê li Enver Yildiz, birayê mezin ê parlamenterê AKP'î, hatibû birîn. Lê di dosyeya lêpirsîna de ya der barê komkujiya li nexweşxaneyê de nêzî 4 sal in biryara nepenîtiyê didome. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar jî ji ber bêhiqûqîtiya ku rû dide di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê dan destpêkirin.   Malbata Şenyaşar tevî astengiyên polîsan û zehmetiyên şert û mercên demsalî jî 527 roj in Nobeda Edaletê didomîne. Dayik û kurê wê ku ji 8'ê Tebaxê vir ve Serdozgeriya Komarê ya Rihayê nahêle li baxçeyê edliyeyê nobedê bigirin, li ber bendên beton ên li derveyî avahiya edliyeyê di bin tavê de nobeda xwe didomînin. Ji bo piştevaniya dayik û kur, di 15'ê Tebaxê de endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi malbatê re rojekê nobedê girtin. Duh jî Baroya Rihayê li dijî zilmê bi malbatê re nobeda piştgiriyê girt. Tê payîn ku her roj rêxistineke girseyî ya demokratîk ji bo piştgiriyê bi malbatê re nobedê bigire.   Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ku bi malbatê re rojekê Nobeta Edaletê girtin, têkildarî daxwaza edaletê ya malbatê, astengiyên rû didin û dosyaya dozê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.   'ŞERMA LI SER NAVÊ HIQÛQÊ'   Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku dosyeya malbata Şenyaşarê di bin bandora zextên siyasî de ye. Ozbîngol destnîşan kir ku malbat ev qas roj in ji bo edaletê li ber edliyeyê rûniştiye û ev yek "li ser navê hiqûqê cîhê şerm e" ye. Ozbîngol wiha got: "Em dixwazin hemû kesên di vê dosyeyê de bi awayekî adil bên darizandin. Kesên ku 3 kes qetil kirin serbest digerin, lê Fadil Şenyaşarê ku li kargeha xwe di çarçoveya parastina cewherî de tevgeriya zêdeyî 4 sal in di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Ev zirarê de hêviya ji bo edaletê. Ji ber vê jî em mecbûr dimînin, em daxwaza ji bo edaletê ji cihê cih bibîr bixin. Em dixwazin di vê dosyeyê de edalet rû bide."   'XIZMETA EDALETÊ NAKE'   Ozbîngol got: "Em aliyên vê dozê ne. Heta edalet pêk were em ê têkoşîna edaletê bidomînin." Ozbîngol bibîr xist ku di dosyeya bûyera li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de zêdetirî 4 sal in nepenîtî tê parastin û wiha got: “Sedema biryara nepenîtiyê ya di dosyeyê de sîyasî ye yan jî naxwazin ew  hevsengiya hêzî ya di navbera alîyan de di dema darizandinê de xwe bide der. Lê belê biryara nepenîtiyê ya di dosyeya me de gihiştiye astekê ku hêlek hêza xwe ya siyasî bi kar tîne û nahêle ev derkeve holê. Biryara nepenîtiyê ku heta radeyekê dikare were tehamulkirin, piştî demekê xizmeta edaletê nake."    Ozbungol bilêv kir ku ew wisa difikirin ku di vê dozê de erka her kesî heye ji bo pêkanîna edaletê û got: "Waliyê wê demê guherî, lê waliyê îro jî berpirsiyar e. Hem amîrên mulkî hem jî yên îdarî berpirsiyar in. Em hêvî dikin ku her kes bi pêkanîna erkên xwe hêviya ji bo edaletê pêk bîne."    Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Rihayê (ÎKK) ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Mehmet Kaya got: "Eger em li welatekî demokratîk bijiyana niha gere edalet ji zû de pêk bihatana. Pêwîst e her mirovên xwedîwijdan li hemberî vê neheqiyê bertek nîşan bidin. Divê mirov bertekê nîşan bidin. Daxwaza edaletê ya malbatê ji aliyê her kesî ve hat bihîstin, lê hê tu encam bi dest neketiye. Divê saziyên dewletê li hemberî vê yekê bêdengiya xwe bişikînin û gavina bavêjin. Ne pêkan e bi vî awayî bidome. Li holê bêhiqûqiyek berbiçav heye."   BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA DAYIKA EMÎNE   Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Rihayê Ozlem Ûlûtaş Şengul jî diyar kir ku serpêhatiya Emîne Şenyaşar ji ber tahdeya  li ser jinê ye û got: “Em li dijî tundiya li ser jinê li hemû qadên jiyanê dengê xwe bilind dikin û jiyanê bi hev re dihûnin. Têkoşîna dayika Emîne ya li dijî neheqiyan rabû pir watedar û helwesteke bihêz e. Ev helwest hêviyê dide jinên ku li mal, li kar û kolanan tahde li wan tê kirin. Em bang li jinan dikin ku bi pêşengiya dayika Emîne li dijî her cure zextan li ber xwe bidin.”   'ARMANC HÊVÎŞIKESTIN E'   Serokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mehmet Alî Aslan diyar kir ku têkoşîna edaletê ya malbatê ji bo kesên doza edaletê dikin veguheriye sembolekê û wiha got: “Ger ji bo malbata Şenyaşar edalet pêk were, ev wê bibe hêviyek ji bo her kesê ku edaletê dixwaze. Ji bo şikandina vê hêviyê her cure astengî li pêşberî malbatê tên danîn. Nobeda malbatê ya li edliyeyê xebatên gel asteng nake. Tu welatî û parêzer jî ne bi gilî û gazinc in. Ev yek ne li dijî qanûna jimare 2911'an e. Ji bo têkoşîna malbata Şenyaşar bi encam bibe em ê tim li cem wan bin."    MA / Emrûllah Acar