HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir 2022-08-16 14:46:43 MÊRDÎN - Rêxistina HDP’a Mêrdînê bi munasebeta salvegera tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li pêşiya avahiyê xwe daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî desteserkirina îradeya gel têkoşîna xwe bidomînin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mêrdînê, têkildarî salvegera tayînkirina qeyûman ên di 19’ê tebaxa 2019’an de li ser şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li pêşiya avahiyê partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede îradeya min” hat vekirin û tevî hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin, gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin daxuaynî xwend û destnîşan kir ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê çend meh şûnde li ser şaredariyên HDP’ê yek bi yek qeyûm hatin tayînkirin. Nergîz anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman re îradeya gel tune hetiye hesibandin û wiha got: “Karmendên hatine tayînkirin parastina destketiyên jinan, zimanê me, çanda me, bîra me xurt nekir, berovajî vê berê xwe dan van destkeftiyan. Hemû karûbarên ku qeyûm bi awayekî dijhiqûqî pêk tînin tên şopandin, qeydkirin û raporkirin."    QEYÛM ŞANDIN SER 54 ŞAREDARIYAN    Nergîz bi bîr xist ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê ji 65 şaredariyên HDP’ê, 48 ji wan bi qeyûman hatin desteserkirin û 6 jê ji ber ku mazbatayên wan nedan hatin desteserkirin. Nergiz da zanîn ku mafê hilbijartin û hilbijêriyê yê 4 milyon 356 hezar 819 kesan tune hatiye hesibandin, 17 saziyên jinan hatine girtin, li şûna serokên daîreyan ên jin, zilam hatine tayînkirin. Nergiz anî ziman ku pergala hevserokatiyê ji aliyê desthilatê ve tê krîmînalîzekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her çiqas sedema tayînkirina qeyûman wek hevserokatî bê nîşandan jî têkoşîna me jinan û ya pertiya me dê bi israr berdewam bike. Destkeftiyên bi pergala hevserokatiyê hatine bidestxistin, destkeftiyên tevahiya civakê ne."    Piştî Nergîz, Hevserokê HDP'a Mêrdînê Mehmet Alî Yîgît jî axivî û anî ziman ku şandina qeyûman li dijî nirxên demokratîk e û divê demildest dest ji vê yekê were berdan.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.