Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin 2022-08-16 14:18:01   ÊLIH - Siyasetmedarê kurd Mehmet Candemîr ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, li Êlihê ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê yê berê û endamê Meclisa Partiyê (PM) Mehmet Candemîr (60) ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest dabû. Candemîr, li Êlihê ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin. Malbata Candemîr duh di saetên êvarê de cenaze wergirt û bi konvoyekê ji Amedê ber bi Êlihê ve ketin rê. Li bajarokê Girê Sîra leşkeran nehişt ku konvoya cenaze derbas bibe. Piştî bertekên gel, leşker neçar man ku rê vekin.    JI HÊLA BI HEZARAN VE HATE PÊŞWAZÎKIRIN   Cenazeyê Candemîr anîn Goristana Asrî ya Êlihê û bi hezaran kesan cenaze bi dirûşma “Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Piştî wecîbeyên olî, girseyê cenazeyê Candemîr bi meşekê ber bi goristanê ve bir. Malbata Candemîr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşaredarên Êlihê Sıngul Korkmaz û Mehmet Demîr ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî di merasîma oxirkirina Candemîr de amade bûn. Di dema merasîmê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Candemîr, bi dirûşman hate oxirkirin.    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ’   Piştî definkirina Candemîr, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û da zanîn ku bi hezaran kes ji ber hiqûqa dijminatiyê niha di girtîgehê de tên ragirtin. Aydenîz, axaftina xwe wiha qedand: “Hevalê me Mehmet, di girtîgeha ku tê de dîl dihat girtin şehîd bû. Şehîd Mehmet, ji bo gelê xwe jiyana xwe ji dest da. Rêhevalê me Mehmet, di encama zîhniyeta qirker a AKP’ê de jiyana xwe ji dest da. Em ê di rêya rêheval Mehmet de têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna wî bi ser bixin. Şehîd namirin, şehîd namirin.”   Taziyeya malbata Candemîr li Mala Şînê ya Taxa 19’ê Mayisê ye.