Li Dirbêsiyê şer qewimî 2022-08-16 09:36:11   MÊRDÎN - Li quleyên leşkeran ên li gundê Dirbêsiyê ya Qoserê ku li ser sînorê rojavayê Kurdistanê ye şerê giran qewimî. Hat diyarkirin leşkerên birîndar hene.   Di saetên şevê de li qereqola leşkerî ya li gundê Dirbêsiya Qosera Mêrdînê ku li ser sînorê rojavayê Kurdistanê ye, şerek giran qewimî. Ji ber şer hemû lembeyên li gund hatin vemirandin û ji bo şêniyên gund dernekevin derve hişyarî hat kirin. Di kêliya şer de li baregeha leşkerî teqînek rû da. Hat diyarkirin ku gelek ambulans sewqî gund hatine kirin û leşkerên birîndar hene.   Leşkerên tirk ji kozikên xwe bi çeken giran êriş birin ser navçeya Dirbêsiyê ya rojavayê Kurdistanê.