Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da 2022-08-16 09:07:35 ÊLIH - Li girtîgehên ku di du rojên dawî de 2 kesan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan, di 8 mehan de girtiyên nexweş jî ku berdana wan hatin astengkirin jî di nav de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da.  Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê yê berê û endamê Meclisa DBP’ê yê berê Mehmet Candemîr (60) li Girtîgeha Espiyeyê ya Gîresûnê ya Tîpa L'yê ku lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Candemîr di 2 rojên dawî de 2 cenaze ji girîgehan derketin. Di 14'ê tîrmehê de jî girtiyê nexweş ê giran Îbrahîm Yildirim (68) salî ku ji sedî 96 astengdar bû li Girtîgeha Xarpêtê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an dihat ragirtin û ji berdana wî re 10 roj mabûn, jiyana xwe ji dest da.    Tevî rewşa 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş xedar e jî lê ji ber raporên ku Saziya Tiba Edlî (ATK) dide nayên berdan û terkî mirinê tên kirin.    JI AYSEL TÛGLÛKÊ RE COT STANDARTÎ   Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a ji ber nexweşiya demansê pirsgirêkên tenduristiyên yên giran dijî, tevî raporên xwe yên nexweşiyê jî ji ber rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan. Tûglûk, a di Doza Kobanê ku bi darê zorê îfade jê hate wergirtin de biryara berdana wê hate dayîn, ji ber dosyayeke cuda ku jê girtiye, nayê berdan. ATK’ya têkildarî Tûglûk biryara “dikare di girtîgehê de bimîne” da ji Çevîk Bîr ê bersûcê doza 28’ê Sibatê û heman nexweşî pê re heye rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da. Piştî raporê derbarê Çevîk Bîr de biryara berdanê hate dayîn.    Ji serlêdana parêzeran a têkildarî Tûglûkê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî berdan û taloqkirina înfaza Tûglûk biryar da ku berdana Tûglûk bê redkirin û derbarê wê de biryara tedbîrê bê sepandin.   JI SEDÎ 98 ASTENGDAR E JI BO CIVAKÊ BIXETER E!   Girtiyê nexweş Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar ku li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R'yê tê ragirtin tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran jî nayê berdan. Serlêdana parêzerên Yildirim ji bo taloqkirina înfaza wî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê kirin tevî rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” jî hate redkirin. Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Qoserê ya li ser serlêdanê bersiva dozgeriyê da, derbarê Yildirim de ev bersiv da: “Ji aliyê ewlehiya civakê ve bixeter e”.   Di encama neberdana girtiyên siyasî yên nexweş û yên berdana wan hat taloqkirin de di 8 mehên dawî de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.     Navê girtiyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:    * Mûrat E. yê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê dihat ragirtin di 13’ê çileyê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Yilmaz Ekîncî (28) ê ji navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ku di Tîrmeha sala borî de bi îdiaya "birîndarkirinê" hatibû girtin û li Girtîgeha Aydin a Tîpa E'yê de bû, hate îdiakirin ku di 13'ê Çileyê de xwe kuştiye.   * Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de dihat ragirtin, di 21’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Tûran krîza dil deras kiriye û jiyana xwe ji dest daye.    * Hate îdiakirin ku Emrah Çalişri ê li Girtîgeha Kandirayê dihat ragirtin, di 26’e Sibatê de di encama krîza dil ku derbaskirî de jiyana xwe ji dest daye.    * Sefa Korçe ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dihat ragirtin, di 29’ê çileyê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye.    * Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku 30 sal bûn girtî bû û ji berdana wî re 5 meh mabûn, di 30’ê çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê, derbarê mirina Bîlgîn de li malbata wî geriyabû û angaşt kiribû ku Bîlgîn ji ber “krîza dil” jiyana xwe ji dest daye.   *  Girtiyê nexweş Turgay Denîz (39) ê rewşa wî giran bû li Girtîgeha Metrîsê dihat girtin. Li ser rewşa wî giran bû, rakirin Nexweşxaneya Yedîkuleyê. Denîz di 2’yê sibatê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   * Girtiyê edlî Ercan Eke (43) ku li Girtîgeha Şakran a Alîaga de dihat ragirtin di 5’ê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku di pêşotopsiya Eke de şopên derban li serê wî hene.    * Îsa Yaşar (57) ê li Girtîgeha Tîpa T a Keskîn a Kirikkaleyê dihat ragirtin, di 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Girtîgehê îdia kir ku ji ber ji nişka ve dile Yaşar sekini jiyana xwe ji dest daye.    * Şahîn Adanûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Anamûra Mêrsînê dihat ragirtin, ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) di 12’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da.    * Mûsret Mûgla ê 84 salî ku ji ber pere razandine Bank Asyayê hatibû girtin, di 13’ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê nexweşê giran Yûsûf Bekmezcî yê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dihat ragirtin, di beşa lênêrîna awarte ku 47 rojan lê ma de di 20’ê sibatê jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê edlî Sezer Alan ê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê sibatê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Taner Işildak ê li Girtîgeha Tîpa M a Bîlecîkê dihat ragirtin di 23’yê sibatê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Hate îdiakirin ku Alî Kaya ê li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê dihat ragirtin, di 25’ê sibatê de li odeya lê dima mirî hatiye dîtin.  * Bedrî Çakmak ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, tevî di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêra mîdeyî ket, salek mabû ku cezayê wî xelas bibe di 11’ê adarê de jiyana xwe ji dest da.    * Hayrî Karaş ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, ji ber nexweşiya penceşêra rûvî piştî hate berdan 10 rojan di 15’ê adarê de jiyana xwe ji dest da.    * Sînan Kaya ê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Şervan Can Guder ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dihate ragirtin, di 22’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Guder ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.    * Ûmût Bûlût ê 17 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dihat ragirtin, di 23’yê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Nexweşê penceşêrê Abdo Baran ê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyadê dihat ragirtin, di 24’ê adarê de li nexweşxaneya rakirinê jiyana xwe ji dest da.    * Reşat Altinbaş ê li Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê di 24’ê adarê de ji ber nexweşê penceşêrê bû infaza wî hate taloqkirin piştî hefteyekê jiyana xwe ji dest da.    * Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dihate ragirtin, di 7’ê nîsanê de di encama xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da.    * Ferhan Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihat ragirtin, di 12’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê nexweş Mehmet O. yê li Girtîgeha Tîpa E ya Antalyayê dihate ragirtin di 19’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Alî Nûrî Bakir ê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dihat ragirtin, di 22’yê nîsanê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.    * Seyît Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihat ragirtin, di 26’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Yûsûf Akmisir ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dihate ragirtin, di 8’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê nexweş Abdûllah Ece yê 73 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê dihate ragirtin, li nexweşxaneya ku ji ber vîrûsa koronayê di 14’ê adarê de rakirinê jiyana xwe ji dest da.    * Ferhat Dogan ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dihate ragirtin, di 15’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Y.E.Y. ku li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê dihate ragirtin, di 20’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Siddik Ûgûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê dihate ragirtin di 25’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Hakan Kaşarlioglû ku li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê dihate ragirtin di 4’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Kaşarlioglû krîza dil derbas kiriye.    * Kadîr Karademîr ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihate ragirtin, di 12’ê hezîranê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Fethî Un ê li Girtîgeha Tîpa T a Kocabaş a Denîzliyê dihate ragirtin, di 13’ê hezîranê de ji ber xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da.    * Osman Alî Yilmaz ê li Girtîgeha Vekirî ya Tîpa S a Bodrûmê dihate ragirtin, di 10’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Meryem Serçe ya li Girtîgeha Tîpa L a Sakaryayê dihate ragirtin di 11’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê nexweş Mehmet Saît Demîroz ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê dihate ragirtin, di 17’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.    * Kadri Ekîcî yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dihate ragirtin, di 21’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Mehmet Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dihate ragirtin, di 24’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Taner Atmaca ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihate ragirtin, di 29’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim (68) ku ji sedî 96 astengdar bû, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin. Ji bo berdana Yildirim 10 roj mabûn di 14’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.     * Endamê PM’a DBP’ê yê berê Mehmet Candemîr ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, di 15’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Candemîr ji ber krîza dil wefat kiriye.    MA / Fethî Balaman