Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome 2022-08-16 09:04:46 RIHA - Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkeri de birîndar bûbû didome. Malbata Ûlûg ji bo bûyerên mîna hev neqewimin, banga paqijkirina alavên leşkerî yên li herêmê kir.    Ciwanê bi navê Yûsûf Ulug (18) di 14’ê tebaxê de di saetên serê sibê de li gundê Hêvrês ê Bedlisê dema pezê xwe diçêrand, alaveke leşkerî teqiyabû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû. Xetereya jiyana Ûlûg ku beriya 2 mehan ji navçeya Hawêl a Sêrtê bi malbata xwe re ji bo sewalên xwe biçerîne çûbûn Bedlîsê didome. Piştî teqînê malbatê bi derfetên xwe Ûlûg rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê. Lê ji ber ku bijîşkekî pispor li nexweşxaneyê nebû, hate diyarkirin ku Ûlûg sewqî nexweşxaneyeke din were kirin. Bi hinceta cih tune ye nexweşxaneyên Wan, Erzirom, Amed, Êlih û Meletiyê tedawî kirina Ûlûg qebûl nekir. Li ser vê yeke Ûlûg, pêr êvarî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Harranê ya Rihayê hate kirin. Ûlûg ê 48 saetan were razandin, pişt re wê bigirin emeliyata mêjî ku bijîşk dibêjin xeternak e.    DI 10 SALAN DE 228 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DA   4 bira û 5 xwişkên Ûlûg ê ji roja dayik bûyî ve bi malbata xwe re her sal li navçeya Hawêl a Sêrtê weke koçer diçin Bedlîsê hene. Ûlûg ne kesê ewil e ku di encama teqîna alavên leşkerî de birîndar bûye.  Li gor daneyên rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku di 19’ê mijdara 2021’an de hate aşkerekirin, di şert û mercên şerê çekdarî yê di navbera 2011 û 2021’ê de bi giştî 228 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê ji van mirina 39 zarokan jî di encama teqemeniyên serbest hatine hiştin û mayînan de pêk hatiye.    ‘BERIYA DU MEHAN ÇÛ BEDLÎSÊ’   Apê Ûlûg, Bayram Ûlûg ku di nexweşxaneyê de jê re refeqetiyê dike, tiştên qewimîn vegot û bang kir ku hemû bajarên herêmê ji alavên leşkerî bên paqijkirin. Ap Ûlûg diyar kir ku Yûsûf Ûlûg beriya du mehan ji navçeya Hawêl a Sêrtê çûye Bedlisê û wiha got: “Yûsûf dema sibeya 14’ê tebaxê heywanên xwe diçerîne alavekî ku nizane çiye li erdê dibîne. Mereq dike digire destê xwe û lê dinêre di wê kêliyê de alav di destê wê de diteqe. Di encama teqînê de zenda wî jê ve bû. Çavên wî kor bûn, perçeyên şarapnelan bi serê wî dikevin û zirarê didin mejî. Ewilî zarokên ku bi Yûsûf re şivantiyê dikin, li ser dengê teqînê dibînin. Yûsûf ê di nav xwînê de dimîne bi alîkariya hevalên xwe hinekê dimeşe lê ji ber xwîna wî zêde çûye dikeve erdî. Bavê wî kurê wî digire û bi wesayîteke di rê de derbas dibe, radike Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.”   XETEREYA JIYANA WÎ HEYE   Ûlûg, diyar kir ku hêj xetereya jiyana biraziyê wî heye û wiha berdewam kir: “Ji ber li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê derfetên wan zêde nebûn, xwestin sewqî Amedê bikin. Lê bi hinceta ku cih nîne nexweşxaneyan qebûl nekir. Nexweşxaneyên Meletî, Wan, Erzirom û Êlihê jî bi heman hincetê qebûl nekirin. Me jî Yûsûf ji neçarî anî Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Harranê ya Rihayê. Niha nikarin tu mudaxileyan bikin, xetereya jiyana wî heye. Hêj perçeyên şarapnelan di mejiyê wî de hene. Ji ber xetereya wî heye niha weke entube tê razandin.”   ‘BILA CANÊ TU YÛSÛFÊN DIN NE ŞEWITE’   Ûlûg, diyar kir ku her sal derdikevin zozanan û cara ewil e bi teqîneke wisa re rû bi rû dimînin. Ûlûg, bi lêv kir ku zarok alavên ku diteqin nas nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em êdî naxwazin bi mayin û bombeyên neteqiyane birîndar bibin. Divê av alaven bixeter ji her derê bên paqijkirin. Bila canê malbatên weke Yûsûf neşewitin. Koçerên diçin zozanan dixwazin mayîn, bombeyên dest bên paqijkirin. Bila canê tu malbatên din neşewite. Divê êdî dest biavêjin vê meseleye, bila canê tu Yûsûfên din êdî neşewite.”   ‘BILA BÛYERÊN WISA ÊDÎ NEQEWIMIN’   Apê Ûlûg yên din ku pê re dimîne Nacî Ûlûg jî tiştên qewimîn vegotin û wiha axivî: “Ji bo ku Yûsûf ji malbata xwe re bibe alîkar şivantî dikir. Ji ber vê nikare her tim biçe dibistanê. Ji wî biçûktir 3 xwişk û birayên wî hene. Em dixwazin Yûsûf baş bibe. Em naxwazin êdî tiştên wisa biqewimin.”   MA / Emrûllah Acar