Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da 2022-08-14 12:39:09   AMED - Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim ê 68 salî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin. Ji bo berdana Yildirim 10 roj mabûn û hat îdiakirin ku ji ber krîza dil ketiye erdê û jiyana xwe ji dest daye.   Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim (68) ku ji sedî 96 astengdar bû, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin. Yildirim, duh di saetên şevê de jiyana xwe ji dest da. Ev 5 sal in tevî nexweşî û raporên nexweşxaneyê jî nedihat berdan. Di serê Yildirim de tumor hebû, ji ber nexweşiyên derbas kirin çavê wî yê rastê kor bûbû û çavê wî yê çepê jî ji sedî 49 nedidît. Di sala 2011’an de di çarçoveya “Operasyonên KCK’ê” de hate darizandin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” ceza lê hatibû birîn. Dihat payîn ku Yildirim di 25’ê tebaxê de were berdan.    Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê li malbata Yildirim geriya û îdia kir ku Yildirim ji ber krîza dil ketiye erdê û jiyana xwe ji dest daye. Malbata Yildirim jî li benda rapora otopsiyê ye ku dê di roja duşemê de derkeve. Piştî rapora otopsiyê jî dê ji bo Yildirim li cemxaneyê merasîm were lidarxistin û oxirkirin.    ‘EZ NAXWAZIM BIMRE’   Hevjîna Yildirim, Asli Yildirim beriya niha bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîbû û wiha digot: “Hizra me her dem li ser girtîgehê ye. Gelo dijî? Gelo ji ber ku nabîne, ketiye erdê yan na? Her tim ev pirs di serê me de hene. Em ditirsin. Hevjînê min nikare di girtîgehê de bijî. Em naxwazin agahiya mirina wî bibihîzin. Em dixwazin were berdan.”