Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin 2022-08-14 12:35:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên li Bab û Mareyê de 6 leşkerên artêşa tirk û endamên komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê hatine kuştin.   Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li herêmên dagirkirî berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), HRE’yê têkildarî mijarê daxuyanî da û da zanîn ku li dijî baregeheke artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê çalakî li dar xistine.    HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 11’ê tebaxê de li herêma Mareyê çalakiyek li dar xist û di çalakiyê de 3 endamên komên paramîlîter hatin kuştin, 2 jê birîndar bûn û wesayîtek jî hatiye rûxandin. Bi domdarî HRE’yê ragihand ku hêzên wan di 12’ê tebaxê de jî li herêma Babê li dijî baregeheke artêşa tirk çalakiyek li dar xist û di encama çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 5 jî birîndar bûn.