Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin! 2022-08-14 11:26:28 RIHA - Hat zanîn ku li şûna leşkerên peyadar ên li qereqolên ser sînorê Kobanê diman, çawişên pispor ên ji bo pereyan dixebitin hatin bicihkirin. Ji roja rizgarkirina Kobanê heta niha Tirkiye her tim gefan li Kobanê dixwe.    Bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji roja rizgarkirina ji DAIŞ’ê heta niha her tim rastî gefên Tirkiyeyê tê. Li ser sînorê di navbera Pirsûs û Kobanê de liv û tevgereke leşkerî heye. Hat îdiakirin ku li şûna leşkerên peyade yên li qereqolên ser sînorê Kobanê diman, çawişên pispor ên ji bo pereyan şer dikin hatine bicihkirin. Leşkerên peyade yên ji sînorê Kobanê hatine kişandin, derbasî ser sînorê Serêkaniyê kirin ku hêzên paramîlîter li ser navê Tirkiyeyê li wir notirvaniyê dikin.    Hat zanîn ku di vê çarçoveyê de 200 leşkerên peyade birina ser sînorê Serêkaniyê. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn leşkerekî payebilind ji wan re gotiye ku ev guherîna cihê leşkeran ji bo operasyoneke leşkerî tê kirin û hemû leşkerên peyade yên li ser sînor ji wir hatine vekişandin û li şûna wan jî çawişên pispor hatine bicihkirin.    DAIŞ LI VIR HATIBÛ TÊKBIRIN   Balkêşe ku ev liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor, piştî çalakiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên di 8’ê tebaxê de li ser sînorê Mêrdînê di çarçoveya parastina rewa de pêk anîn, hatin kirin. Bajarê Kobanê ku liv û tevgera leşkerî ya li ser sînorê wê zêde ye, di 2014-2015’an de piştî têkoşîneke dîrokî ji DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û navê xwe li cîhanê belav kir. Berxwedana Kobanê, di dîrokê de weke li Sûriyeyê tekane bajarê ku DAIŞ’ê êriş bir ser de lê nekarî bi dest bixe hate nivîsandin. Kobanê ku di dîroka berxwedanê ya cîhanê de rêyeke nû vekir, di heman demê de bû hêviya enternasyonalîstan. Bajarê ku gelan bi hev re jiyanek lê ava kiriye, piştî têkçûna DAIŞ’ê her tim rastî gefên Tirkiyeyê tê.