Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne 2022-08-14 11:12:37   WAN - Ji bo ku welatiyên astengdar bikarin bi rehetî bigerin, li ser peyarêyên Cehdeya Maraş a navçeya Rêya Armûşê parkeyên zer hatine danîn. Lê belê ev peyarê niha rê li ber xetereyan vedikin.    Ji bo ku welatiyên çavên wan nabînin bikarin bi rehetî bigerin, li peyarêyên cehdeyên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şerîdên zer hatibûn çêkirin. Li ser van rêyan hema hema her astengiyek heye. Ji stûnên ceyranê heta stûnên ronîkirinê, gelek tişt li ser van rêyan hatine çêkirin. Yek ji cehdeyên herî qelebalix ên bajêr, Cehdeya Maraşê ye. Lê belê li gelek deverên vê cehdeyê rêyên astengdaran tune ne. Şerîdên zer ên li ser peyarêyên rêya sereke jî bo astengdaran mîna zilmê bûye.    Weke ku tê zanîn li Şaredariya Rêya Armûşê qeyûm hatibû tayînkirin û gelek rêyên astengdaran ên xerab bûyîn jî hêj nehatine çêkirin.