Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire 2022-08-14 10:50:26   AMED - Abdullah Çîftçî ku weke Qeymeqamê Sûrê, qeyûmê Şaredariya Sûrê, Sekreterê Giştî yê DBB’ê û Wekîlê Cîgirê Walî bi giştî 4 mûçe werdigirt, niha jî weke Cîgirê Walî hate tayînkirin. Tê gotin ku Çîftçî dê li şûna qeyûmê DBB’ê Alî Îhsan Su, dê şaredariyê weke “qeyûmê nepen” birêve bibe.   Di 12’ê tebaxê de bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di Rojnameya Fermî de biryarnameyek hat weşandin. 12 qeyûmên li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine tayînkirin jî di nav de, bi vê biryarnameyê re cihê 329 qeymeqaman û 11 midûrên emniyetê hatin guherandin. Yek ji van qeymeqamên peywira wî hatiye guherandin jî Qeymeqamê Sûr a Amedê Abdullah Çîftçî ye ku bû Cîgirê Waliyê Amedê.    Qeyda Çîftçî li Sason a Êlihê ye û weke qeyûm hatibû tayînkirin. Di 11’ê îlona sala 2016’an de weke qeyûmê Şaredariya Sûrê hatibû tayînkirin. Qeymeqamê Sûrê Bîlal Ozkan di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de bûbû namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê û Çîftçî li şûna wî hatibû tayînkirin. Çîftçî, di heman demê de weke qeyûmê şaredariyê jî hate tayînkirin. Çîftçî, 14 parselên diketin nava sînorê Zanîngeha Dîcleyê ku milkiyeta wê ya şaredariyê bû, dabû ber firotinê û bi vî awayî ketibû rojevê. Çîftçî, qadên çandiniyê bo çêkirina xaniyan vekir û bi bihayê 44 milyon û 123 hezar TL’an da îhaleyê. Îhale, di encama hewldanên rêxistinên civaka sivîl de hate betalkirin.    XERCKIRINÊN DI DEMA ÇÛYÎNÊ DE    Qeyûm Çîftçî, di 14’ê sibata 2019’an de 70 hezar û 210 TL pere da Qursa Qur’anê ya Nûrû Ahmediye ku li Kolana Bariş a li Cehdeya Melîk Ahmet a Sûrê ye. Mehek piştre anku du hefte beriya hilbijartinê de, bi hinceta lênihêrîn û sererastkirinê 420 hezar û 772 TL pere dan Navenda Piştgiriya Malbatî ya li heman kolanê.    ŞAREDARÎ 152 MILYON TL DEYNDAR KIR   Piştî ku HDP’ê di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de şaredarî dîsa bi dest xist, derket holê ku Çîftçî Şaredariya Sûrê 152 milyon TL’an deyndar kiriye. Gelemperiya deynê şaredariyê jî ji bo lêçûnên ewlekariyê û çêkirina rêyên xeyalî hatine kirin.   Piştî ku Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ji peywirê hate girtin, Çîftçî di 21’ê kanûna 2019’an de li şûna wê weke qeyûm hate tayînkirin. Du roj bi ser tayînkirinê re derbas nebûbûn ku Çîftçî, Midûrê Kar û Barên Çandî û Civakî ya Şaredariya Sûrê Mehmet Baytar tayînî Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Amîda Jînê kir. Jinên ku bertek nîşanî vê rewşê dan, îstîfa kirin.    JI BO QEREQOLAN BI BIHAYÊ 76 HEZAR TL’AN AL KIRÎN   Qeyûmê ku bi hezaran lîre pere bexşî miftitî, qursên Qur’anê û Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî dikir, di 17’ê tebaxa 2018’an de ji bo Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ya li ser rêbeja Amed-Çewlikê, bi bihayê 76 hezar û 700 lîreyan al dan dirûn. Her wiha Çîftçî lêçûnên ji bo pergala kamerayan a Qereqola Cendirmeyan a Ozeklî jî pereyê şaredariyê xerc kir. Qeyûmê ku ji bo kamereyan 19 hezar û 881 TL pere xerc kirin, ji bo heman qereqolê bi bihayê 23 hezar û 600 TL’an konteynerên prefabrîk kirîn.    KESÊN NELIRÊTÎ DIKIRIN XELAT KIR   Rêveberiya HDP’ê bi sedema ku karê kevirên parke yên bi bihayê 9 milyon TL’an pêk ne anîne, derheqê kesên bi navên A.E., N.A., H.E. ve M.T. de lêpirsîna nelirêtiyê dabû destpêkirin. Ev kes ji hêla qeyûm Abdullah Çîftçî ve hatin xelatkirin. Çîftçî, kesê bi navê N.A. ku ji ber nelirêtiyê ji kar hatibû derxistin weke wekîlê Midûrê Karên Darayî, A.E. weke wekîlê Midûrê Karên Fenê û H.E. û M.T. jî weke karmendên bipeyman girte kar.    PROJEYA BI 60 HEZAR TL’AN DERKET 400 HEZARAN   Projeya ku hevşaredarên HDP’î di çarçoveya “bitenduristkirinê” de ji bo her kolanê 60 hezar lîre veqetandibû, di serdema Çîftçî de pêşkeşî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hate kirin û ji bo her kolanê biqasî 400 hezar TL pere hat dayîn.    Her wiha Çîftçî navê Taxa Kitilbil a Sûrê jî weke Taxa “Fetîh” guherand û ji ber vê mijarê jî bûbû rojev.    LÊÇÛNÊN MÎHRÎCANA KEZEBÊ   Çîftçî, Şaredariya Of a Trabzonê weke şaredariya bira ragihandibû û bi wê şaredariyê re îhaleya Mîhrîcana Kezebê lidar xist. Îhaleya ku ji bo Of’ê bi rêya bazariyê hatiye dayîn, bi bihayê 440 hezar û 300 TL’an dan Kargeha Lîmîted a Înşaet Xurek û Organîzasyon Peydarkirin Pîşesazî û Bazirganiyê. Peyman, di 3’yê hezîranê de hat lidarxistin û rojek piştre jî mîhrîcan dest pê kir. Mimkin nîne ku heta mêvanên Amedê jî di rojekê de bigihijin Of’ê lê nayê zanîn bê ka amadekariyên mîhrîcanê çawa hatine temamkirin.    RÊYA MEDRESEYA HÎZBÛLLAHÊ QÎR KIRIN   Medreseya bi navê “Kuliyeya Şêx Ehmed Şorşîbî” ya Yekitiya Alim û Medreseryan ku girêdayî Hîzbûllahê ne, di 12’ê tîrmehê de li Taxa Çarikliyê hate vekirin û qeyûm Çîftçî rêya vê medreseyê qîr kir.    ÇAR MÛÇEYÊN CUDA WERDIGIRE   Çîftçî ku hem qeymeqamê Sûrê û hem jî qeyûmê şaredariyê ye, ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Su ve weke Sekreterê Giştî yê Şaredariyê hate tayînkirin. Gelemperiya kar û barên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûm Çîftçî birêve dibe û her wiha wekîlê Cîgirê Walî bû. Çîftçî ku çar mûçeyên cuda werdigire, bi biryarnameya dawî re weke Cîgirê Waliyê Amedê hate tayînkirin.   DÊ ŞAREDARIYA AMEDÊ WEKE ‘QEYÛMÊ NEPEN’ BIRÊVE BIBE    Ji peywira Cîgirê Waliyê Amedê zêdetir, tê gotin ku qeyûm Çîftçî dê di bin navê “Sekreteriya Giştî” de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li şûna qeyûm Su weke “qeyûmê nepen” birêve bibe.