Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin 2022-08-14 09:02:37 QERS - Bi ser Komkujiya Dîgorê re 29 sal derbas bûn ku di encama gulebaranê de 17 sivîl hatibûn qetilkirin. Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak diyar kir ku ji wê rojê ve tene faîl hatin guhertin û bi lêv kir ku hişmendiya ku komkujî pêk anî, nehatiye guhertin. Di salên 1993'yan de leşkeran li navçeya Dîgor a Qersê ji welatiyan xwestin bibin cerdevan. Bi ser gelek malan de girtin û îşkence li welatiyan kirin. Di 14'ê tebaxa 1993’yan de li navçeya Dîgorê, welatiyên li dijî van zextan meşiyan û xwestin çalakiyê li dar bixin, lê leşker û hêzên polîsan ên taybet li ser welatiyan gule reşandin. Di êrişê de zarok, jin-ciwan, kal û pîr jî di navde 17 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Bi ser komkujiya Dîgorê re 29 sal derbas bûn. Weke her komkujiyê kesên ku Komkujiya Dîgorê jî pêk anîn nehatin cezakirin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber komkujiyê Tirkiye mehkumî tazmînata madî û manevî kir.    Parlamenterê DEP’ê Mahmût Alinak ku di nava parlamenterên ku çûbûn Qersa komkujî lê qewimî de bû, tiştên qewimîn û piştî komkujiyê vegot.   ‘KESÊN DIXWESTIN XWÎNÊ BIDIN DIHATIN ASTENGKIRIN’   Alinak, bi lêv kir ku dema li Meclisê bû agahiya Komkujiya Dîgorê wergirt û wiha got: “Dema komkujiya Dîgorê pêk hat, ez ‘qaşo’ parlamenter bûm. Roja komkujiyê dema ez li odeya xwe ya Meclisê bûm, Dîgorî li bi telefonê li min geriyan. Di denge wan de tirs û xof hebû. Digotin tîmên taybet gel gulebaran kirine û gelek mirî û birîndar hene. Birîndar rakiribûn nexweşxaneyên Qers û Erziromê. Gotin ku polîsên nexweşxane dorpêçkiribûn, kesên dixwestin xwînê bidin asteng dikin. Ji min dixwestin mudaxileyî vê rewşê bikim. Di telefonê de deng û qêrînên jinan dihat. Ez zû li Waliyê Qersê geriyam û xwest ku dayîna xwînê ya birîndaran pêk were. Walî dilnerihet bû. Piştî agahiyên ku miduriyeta polîsan bi wî re parvekiribûn dubare kirin, got ez ê polîsên li nexweşxaneyê paş ve bikişînim.”   ‘ÎŞKENCE HATE KIRIN’   Bi domdarî Alinak, bi bîr xist ku ji kesên hatibûn binçavkirin re îşkenceyên mezin kirin û wiha berdewam kir: “Em êvarî bi hevalên xwe re kom bûn û biryar da ku şandeyekê bişînin Dîgorê. Dema em diaxivîn, gelek telefon dihatin. Midurên polîsan telefonên me ranedikirin. Ji ber vê yeke ez jî her tim li Walî digeriyam. Ne zehmet bu ku mirov fêm bike walî di nava bêçaretiyekê de bû. Diyar bû ku înîsiyatîf bi temamî derbasî destê tîmên taybet bibin. Ev trafîka telefonê heta serê sibê berdewam kir. Roja din em balafirê çûn Erziromê ji wir jî derbasî Qersê bûn. Walî, bersiva pirsên me nade, bi awayekî vekirî nebêje jî ji hevokên wî dihat fêm kirin ku tîmên taybet komkujî pêk anîne. Midurê polîsan jî weke makîneyeke derewan dixebitî. Bersivên ku didan pirsên me bi nakokiyan tejî bûn. Digot ‘PKK’ê gule berdan, hêzên me jî bersiv da’ û leke nedianî ser hêzên dewletê.”   ‘LI DÎGORÊ BÊDENGIYA MIRINÊ’   Alinak, da zanîn ku piştî ji walitiyê veqetiyan derbasî nexweşxaneyê bûn, nexweşxane bi birîndaran tejî bû û wiha lê zêde kir: “Mirov hemû bi guleyan birîndar bûbûn. Gelek birîndar hebûn. Piştî ku me serdana hemûyan kir em çûn Dîgorê. Dîgor di nava bêdengiya mirinê de bû. Mirov di camekanên dikanên xwe bi çavên tirs li me dinêriyan. Ji ber ez Dîgorî bûm min hemû nas dikirin. Hewayekî xofê ketibû ser bajêr. Em jî ji bo cesaretê bidin gel ji cadeya mezin a bajêr meşiyan û çûn qeymeqamtiyê.”   ‘HEWLDAN KOMKUJIYÊ BIAVÊJIN SER PKK’Ê’   Alinak, bi lêv kir ku midurê polîsan îdia kir ku PKK’iyan ji girê bilind ê xelasiya cihê bûyerê gule berdane wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê şahidan digotin ku girê behsa wî tê kirin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û nedihiştin çûkek jî bifire. Heke nepêkan be ku PKK’î ji nav hêzên dewletê guleyan berde, faîl tîmên taybet ên ew gir dorpêç kirine. Her wiha weke ku midur îdia dike heke PKK’iyan gule berdabin hêzên dewletê û di navbera wan de şer derketiye divê kesên hatibin kuştin û birîndarkirin hebin. Lê ne ji PKK’iyan ne jî ji hêzên dewletê ne kuştî ne birîndar hene. Me ev nakokî ji Waliyê Qersê pirsî bersiva me neda.”   ‘MIROV BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN’   Alinak, da zanîn ku dema ji bo biçin cihê komkujî pêk hatî derketin rê polîsan bi gotinên “Hewce bike em ê bi ser Meclisê de bigirin, ji Meclisê seran bigirin” gef li wan xwarin û wiha pê de çû: “Li gundên ku em diçûnê hin birîndaran gotin piştî bûyerê tîmên taybet bi qontaxan hewl dane ku wan bikujin. Piştî bûyerê gelek mirî û birîndar ji bo bibe îbret lingên wan bi panzeran ve girêdabûn û bi kaşkirinê anîbûn bajêr. Me rapora derbarê komkujiya Dîgorê de ku bi dîroka 23’yê tebaxa 1993 ji Serokkomartiyê, Serokatiya Meclisê, Serokwezirtiyê, Wezareta Dadê û ji çapemeniyê re şandin. Li ser hewldanên me yên biisrar derbarê tîmên taybet ên komkujî pêk anîn de li Dadgeha Cezayê Giran a Qersê doz hate vekirin. An ku dewlet careke din li ser sûc hatibû girtin.”   ‘TENÊ FAÎL HATIN GUHERTIN’   Alinak, da zanîn ku dadgehê lêkolîna balistik li ser guleyan nekir, ji ber ku çekên lûle dirêj ku gule avêtibûn yên dewletê bûn û got: “Hişmendiya ku li Dîgorê komkujî pêk anî û hişmendiya piştî çend salan li Roboskê, Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopiya û gelek cihên din komkujî pêk anî heman hişmendî ye. Ev hişmendî hişmendiyeke ji Koçgirî heta Geliyê Zîlan, heta Dersimê heta roja me didome ye. Yekane tişta hatiye guhertin faîl in.”