‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’ 2022-08-14 09:01:41 ENQERE - Prof. Dr. Yasemîn Ozgen diyar kir ku ew di doza Kobanê de bûn şahid ku îşkence û miameleya xerab li Aysel Tûglûk hatiye kirin û wiha got: “Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e.” Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk tevî ku bi nexweşiya demansê ketiye jî 519 roj in di girtîgehê de ye. Leşkerê berê Çevîk Bîr ku bi heman nexweşiyê ketibû hatibû berdan. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di çarçoveya Doza Kobanê de hewl da îfadeya Tûglûk bi zorê bigire. Rastiya ku Tûglûk de di rewşeke ku xwe biparêze de bû bertek zêde kirin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û welatî daxwaza berdana Tûglûk dikin. Li aliyê din Tûglûk ku bi biryara navberê ya di 15'emîn danişîna Doza Kobanê de hat berdan jî ji ber cezayê di doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hê jî di girtîgehê de ye.    Ji Platforma "Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin" Prof. Dr. Yasemîn Ozgun diyar kir ku wan di danişîna dawî de dîtine ku Aysel Tûglûk nikare îfadeyê bide û wiha got: “Ne tenê me, dozger jî dît. Heta me dît ku ew li pêşberî pirsên bi israr çiqasî zehmetiyê dikişîne. Di dawiyê de ew bi xwe jî neçar man diyar bikin ku Tugluk wê nikaribe îfadeyê bide. Ji ber vê yekê, rastiya ku di dozekê de nikare îfadeyê bide, darizandina di dozên din de jî bêwate dike.”    ‘TÛGLÛK DI HEDEFA DEWLETÊ DE YE’   Ozgun, bi lêv kir ku Tûglûk siyasetmedareke jin a kurd a navdar e û ji ber vê yekê jî di hedefa dewletê de ye û wiha berdewam kir: “Li welatekî ku sîstema hiqûqê lê nayê pêkanîn, rê li ber sepandina hiqûqa dijmin vedike. Ji ber ku dadger bi israr hewl da pirsan bipirse û got 'ez pirsan napirsim, ez çavdêriyê dikim' û îfade jê girtina bi muameleya nebaş, ev nîşanî me da.”    ‘ME ŞAHIDÎ JI ÎŞKENCEYÊ RE KIR’   Bi domdarî bal kişand ser tiştên di Doza Kobanê de qewimîn û ev tişt anî ziman: "Me şahidî ji îşkenceyekê re kir, tiştekî tirsnak bû. Bi dewamî got, tevî nerazîbûnên parêzeran jî Aysel di bersivdanê de zehmetî kişand, lerizandina dengê wê... Diyar bû ku Aysel xwe rehet hîs nedikir, lê ez nikarim vebêjim bê ka dadger çima bi israr hewl da ku pirsan bike û got 'ez çavdêriyê dikim'. Ev yek gelek tirsnak bû û bi rastî jî me bi çavên xwe dît bê îşkence û pêkanînên xerab tên çi wateyê.”    ‘EM Ê HETA DMME’YÊ BIBIN’   Di berdewamê de Ozgun diyar kir ku ger pêwîstî pê hebe ew ê bêhiqûqiya li Tûglûkê hatiye kirin heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me herî dawî li ber girtîgehê daxuyanî da û me her tim gotin em piştgiriyê didin Ayselê. Ev daxuyanî li her dera Tirkiyeyê tê kirin. Ji bo Aysel tavilê serbest were berdan, ji bo hemû girtiyên nexweş bi awayekî lezgîn bên berdan û ji bo nexweşên ku di rewşa Ayselê de ne an jî nexweşiyên wan ên din hene tavilê bên berdan, em hewl didin dengê xwe bilind bikin.”    ‘TÛGLÛK DÎL GIRTÎ YE’   Ozgun, destnîşan kir ku mafên mirovan ên herî bingehîn ên Tûglûk tune tên hesibandin û wiha lê zê de kir: “Nikare li xwe jî binêre. Pêwîst e ev yek were sekinandin. Ev yek êdî derbasî asta zilmê bûye. Ev êdî hatiye asta ku neyê piştguhkirin. Rewşeke dîl girtinê ye. Divê di zûtirîn demê da bi dawî bibe. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye, şerma mirovahiyê ye. Divê ev yek her tim di rojevê de bê hiştin û dawî li vê yekê were anîn.”   ‘AYSEL SEMBOLEK E’   Ozgun, bi bîr xist ku piştî astengkirina definkirina cenazeyê dayika Tûglûk, nexweşiya Tûglûk derket holê û wiha bi dawî kir: “Aysel bû sembola tiştên ku li ser vê axê rû dane. Eger di dema cenazeyê dayika xwe de rastî lînceke bi vî rengî, êrîşekê nehatibûya, eger tiştên ku faşîzmê dixe nava liv û tevgerê nedîtibûya, dibe ku Aysel îro bi rengekî gelekî bitendurist jiyana xwe domandibûya. Wê karibûya parastina xwe kiribûya. Bi ya min azadkirina Ayselê deynê stuyê me hemûyan e.”