Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin 2022-08-13 13:06:30   STENBOL - Endamên SGDF’ê ku xwestin serdana gora Ûlaş Alankûş ê di şerekî li Agiriyê de jiyana xwe ji dest dabû bikin, bi mudaxileya polîsan re rûbirû man û gelek kes hatin binçavkirin.    Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) xwestin serdana gora endamê Endamê Partiya Komunist Lenînist Marsîst (MLKP) û Tevgera Şoreşa Gelan a Yekbûyî (HBDK) Ûlaş Alankûş ê di 8’ê tebaxê de li Agiriyê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, bikin û ew bi bîr bînin. Polîsan destûr neda kes biçe ser gora Alankûş. Girseyê bertek nîşanî astengiya polîsan dan û dirûşm berz kirin. Polîsan girseyê dorpêç kir û li rojnamevanên dîmen û wêne digirtin dan û wan asteng kirin.    Polîsan êrişî bîranînê kir û Hevserokê SGDF’ê Okan Danaci û Seroka Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê Denîz Aktaş jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan li binçavkiriyan dan û tundiyê li wan kirin.