Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin 2022-08-13 12:59:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li sînorê Kirmanşahê êrişî kolberan kirin û di encama êrişê de kolberek hat kuştin.    Li gundê Şêx Silê yê dikeve ser sînorê bajarê Kirmanşahê hêzên rejîma Îranê bi guleyan êrişî komek kolber kirin. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di êrişê de kolberek bi navê Muhammed Nadirî (18) jiyana xwe ji dest da.